Li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê doh dîroknas û cografyanas Kerîm Zend 93 salî koça dawî kir. Dîroknas û cografyanas Kerîm Zend sala 1924'an li Taxa Melkenî ya Silêmaniyê ji dayik bû. Xwendina seretayî li Silêmaniyê temam kir. Sala 1944'an beşa mamostatiyê li Bexdayê temam kir.

Di dema Komara Mahabadê de mamostayê zimanê Kurdî bû.

Xwediyê bi dehan pirtûkan e. Pirtûkên wî mijarên girîng dihewînin. Yek ji pirtûkên wî 'Tomara temen' a ji 5 bergan e. Naveroka wê li ser cografyaya Kurdistanê û miletên Kurdistanê ye. Her wiha yekem kes e ku Incîl wergerandiye Kurdî. 


SILÊMANÎ