Li ser Kurdan leyîstokên mezin he ne. Niha hêzên ji derve dixwazin Kerkûkê bikin rawestgeha pêşbaziyan.lazime em li çar parçeyên Kurdistanê biryara çarenivîsa gelê Kurd bidin.
Pirsgirêkên di navbera Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) ya li ser erkê walîtiya Kerkûkê ji bo Kurdan berdewam dike. Çavdêrên siyasî, mamosta û rojnamevan der barê mijarê de peyivin.
Çavdêrê siyasî Mesûd Ebdulxalîq diyar kir ku sedemê ne arambûyîna rewşa Kerkûkê parçebûna di nava aliyên Kurdan de ye û got: “Kurd dixwazin hinek biryaran bidin da ku pêk neyên. Wê ev jî karesatê bi xwere bîne û destkefî ji dest derkevin. Li cihê ku biryar û wesyeta bav û bapîrên me bicih bînin, hatine gendelî û talankirinê dikin. Bi vê yekê şoreşa doza gelê Kurd sernakeve û nexşeya Kurdistanê wê biçûktir bibe. Gelek giringe ku niha em hemû li çar parçeyên Kurdistanê biryara çarenivîsa gelê Kurd bidîn.”
Pêwiste xalên hevbêş bên avakirin
Edîtorê Rojnameya Kurdistana Nû, Star Ebdula jî got,“Li Kerkûkê pêşbazî di nava tu netewan de nîne. Lê pêşbazî di nava partiyan de heye û pêwîste rêyek ji bo vê yekê bê dîtin.Ger ev yek neyê çareserkirin û wiha bimîne wê metirsiyê li ser pêşeroja Kerkûkê çêbike. Ji bo wê pêwîste xalên hevbeş bê avakirin û kar li ser bê kirin.”
Niha li ser Kurdan leyîstok heye
Mamostayê zanîngeha Kerkûkê Mamosta Dilşad jî got:”Nabe aliyê Kurdan ji derveyî berjewendiyên xwe pêşbaziyê di nava Kerkûkê de bikin.Ji ber ku Kerkûk di destûrê de weke bajarekî bi nakok hatiye diyarkirin. Diviyaba tû nakokiyên din ne hatiban bajêr. Lê hemû alî di nava Kerkûkê de jî bi heman nakokiyê yek deng in.Kerkûk bûye qûrbanê siyaseta PDK û YNK’ê. Berê ev pirsgirkên bi encendê ji derve çareser dikirin. Niha li ser Kurdan leyîstok heye. Niha hêzên ji derve dixwazin Kerkûkê bikin rawestgeha pêşbaziyan”
ROJNEWS/KERKÛK