
Bi sedan kes ji şêniyê bajarê Til Temir, komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 9´ê Cotmehê şermezar kir û got, ti kes wê nikaribe roja wan tarî bike.
Şêniyên bajarê Til Temir û gundên girêdayî wê bi hemû pêkhateyên wê, beşdarî meşê bûn ku ji bo şermezarkirina komploya navdewletî ya bi dirûşmeya “Sonda me em ê pergala Îmralî bişkînin û bi Rêberê xwe re bijîn”, hat lidarxistin.
Meşê ji ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan dest pê kir. Meşvanan bê navber dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” gotin. Meş li çerxeriya Biratiya Gelan veguherî mitîngê.
Hevserokê Meclîsa TEV-DEM´ê ya herêma Cizîrê, Xelîl Osman li vir axivî û got, tevlîbûna girseyî ji bo meşê nîşan dide ku Rêber Ocalan, rêberê hemû gelan e û got, her kes xwedî li fikrê wî derketiye.
Xelîl Osman got, azadiya Rêber Ocalan azadiya hemû gelên bindest e. Endama Meclîsa Qanûnsaz a kantona Cizîrê Hayistan Xelef komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û got, hêzên komploger wê bi vê komployê nikaribin agirê şoreşa Kurdistanê vemirînin û vîna gelê Kurd têk bibin. Hayistan Xelef destnîşan kir ku piştî komployê bi hezaran Kurdistanî derketine kolanan û komplo şermezar kirin û da zanîn ku ev yek diyar dike ku komplo hatiye pûçkirin.
Li ser navê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Xelîl Îdan jî komplo şermezar kir, her wiha got, komplo veguherî serhildanê û wiha domand: “Hêzên komploger nedizanîn dê girtîgeha Îmralî veguhere navenda têkoşîn û serhildanê.” Xelîl Îdan îşaret bi girîngiya hevgirtina gelê Kurd kir û soza dewamkirina xeta azadiyê dubare kir.
ANHA / TIL TEMIR