Serokê DYE’yê Donald Trûmp pîlana xwe ya bi navê “Peymana Sedsalê” bi civîna çapemeniyê tevî Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû eşkere kir.

Çend ji xalên sereke yên daxuyaniya Trûmp wiha ne:

“Di nava şertên avakirina dewleta Filistînê de redkirina terorê heye.

Quds wê weke paytexta parçenebûyî ya Îsraîlê bimîne.

Dewleta Filistînê ya ku paytexta xwe Quds a rojhilat e wê DYE sefaretxaneya bilind veke.”

Trump di dawiyê de malavahiya Bahreyn, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Ûmmanê kir ku sefîrên xwe şandinê cihê daxuyaniyê.

Hêzên Filistînî bi rengekî tund plan red kirin. Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî de jî hate ragihandin ku sînorên sala 1967’an esas in.

Serokdewletê Filistînê Mahmûd Abbas nerazîbûn nîşan da û got, “Qûds ne ya firotinê ye.”

Hamasê jî nerazîbûn nîşanî planê da. Rayedarekî Hamasê got, “Paytexta Filistînê Quds e, em ê ti cihekî din li şûna vê qebûl nekin.”

Yekîtiya Ereb jî plan weke binpêkirina mafê Filistîniyan bi nav kir.

Di daxuyaniya Yekîtiya Ewrûpayê de jî neyekser jî be hate ragihandin ku plan bi vî rengî nehatiye qebûlkirin.

Urdun ku welatekî cîran e û pirsgirêka Filistînê yekser bandorê lê dike, bi daxuyaniyekê ragihand ku divê sînorên beriya şerê 6 rojan ê 1967’an esas bê dîtin.

 

 NAVENDANÛÇEYAN