Li Ewrûpayê, karê HDP’ê yê ji bo hilbijartinê bi rengekî bê navber dewam dike. Elewiyên ku destekê didin HDP’ê got, HDP yekane partî ye ku şensê jiyana bi hev re pêşkêş dike.
Li Ewrûpayê, karê HDP’ê yê ji bo hilbijartinê bi rengekî bê navber dewam dike. Elewiyên ku destekê didin HDP’ê, gotin, HDP yekane partî ye ku şensê jiyana bi hev re pêşkêş dike. Em li jêr çalakî û xebatên hilbijartinan ên li Ewrûpayê çavekî bigerînin.
BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, NAV-DEM’ê bi xelkê Agiriyê yên li bajêr re civînek kir. Li navenda semta Kreuzbergê jî ji bo HDP û Demîrtaş dezgeh hatin danîn û gelek belavok hatin belavkirin. Wekî din, jinan jî serdana gelek malan kir.
ESSLINGEN: Li Navenda Çanda Elewiyan a li bajarê Elmanyayê Esslingenê, li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê civîna gel hate kirin. Hiqûqnas û nivîskar Alî Yildirim û Parlamenterê Partiya Çep (Die Linke) ya Elman, Martin Aurbach beşdarî civînê bûn. Yildirim got, “Hêvî heye, divê civaka Elewî vê yekê baş bibîne. Bi HDP’ê em dikarin dawî li desthilatdariya AKP’ê bînin.”
STUTTGART: Li herêmên Ludwigsburg û Ditzingen ên Stuttgartê jî, bi navê Platforma Stuttgartê ya HDP’ê hefteyekê belavok hatin belavkirin. Bi heman armancê li Navenda Çanda Elewiyan a Aalenê civîn hate lidarxistin û ji bo HDP’ê banga piştgiriyê hate kirin.
[caption id="attachment_109803" align="alignnone" width="300"]
Bêhtirî 200 muşahîdî li Stuttgartê[/caption]
Li bajarê Goppingenê jî, Platforma Stuttgartê ya HDP’ê bi Suryaniyan re hevdîtin kir. Nûnerên Suryaniyan got, ew ê piştgiriyê bidin HDP’ê. Wekî din hat zanîn ku li Stuttgartê wê li ser navê HDP’ê zêdeyî 200 muşaîtî li ser sindoqan wezîfedar bin.
BERN/LOZAN: Li paytexta Swîsreyê Bernê, bi beşdariya hevserokê damezrîner ê SYKP’ê Tûncay Yilmaz û hevserokê berê yê KESK’ê Lamî Ozgen civîna gel pêk hat. Li Lozanê jî bi beşdariya Hevşaredara Sûrê, Fatma Şik Barût û siyasetvan-nivîskar Alî Orak civîneke gel hate lidarxistin. Qisekeran destnîşan kirin ku HDP ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê yekane navnîşana çareseriyê ye.
MARIGNAN: Li bajarê Fransayê Marignanê, piştî fitarê civîna gel hate lidarxistin. Parlamenterê berê yê Wanê Ozdal Uçer li civînê axivî û got, “HDP partiya jin, ciwan, Kurd, Tirk, Elewî, Misilman, Êzîdî, Çerkez û hemû rengan e.” Uçer ji her kesî xwest ku AKP’yiyekî qaneh bike da ku dengê xwe bide HDP’ê.
TIROL: Li herêma Tirolê ya Awusturyayê, Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê li Navneda Çanda Elewiyan a Imstê civîneke gel li dar xist. Li ser navê Navenda Çanda Elewiyan a Innsbruckê, Abbas Dede li vir axivî û got, “Di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de jî partiya ku herî zêde cih da namzetên saziyên Elewiyan HDP ye. Lewma dengê xwe bidin HDP’ê.” Ji NCDK´yê Îmam Yoldaş jî got, “HDP yekane partî ye ku şensê jiyana bi hev re ji nû ve dide me.”
ROERMOND: Li bajarê Holandayê Roermondê, bi beşdariya parlamentera Stenbolê ya HDP’yî Huda Kaya civîna gel hate lidarxistin. Kaya got, “Ya ku Yezîd doh li Kerbelayê anî serê Îmam Huseyîn, îro jî AKP dike. Yezîd, Mûawiyeyê serdema heyî AKP ye.”
DEN HAAG: Li bajarekî din ê Hollandayê Den Haagê jî doh du civînên gel hatin lidarxistin û xwarina fitarê hate dayin. Parlamentera Stenbolê ya HDP’yî Huda Kaya tevlî çalakiyên li Den Haagê jî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN