Dengbêja wanî Mukaddesji bo gerilayên HPG’ê yên ku di 10’ê Çileyê de li navçeya Artemêtanê hatin qetilkirin stranek nivîsand. Dengbêj Mukaddes diyar kir ku ji dîrokê heta niha gelê Kurdistanê rastî gelek qatlîam û qirkirinan hatine û got: “Di dîrokê de ev şerên hatine kirin de qet nebe nirxên mirovî dihatin parastin. Lê niha li Kurdistanê jin û zarok tên qetilkirin. Qatlîam di stranên dengbêjan de bi sedan salan wekî hişmendiya dîrokê hatiye jiyandin.”
Her wiha Mukaddes bilêv kir ku ji bo bîranîna 12 gerîlayên HPG’ê yên ku di 10’ê Çileyê de hatine înfazkirin bide stran nivîsandiye û wiha got: “Li Wanê kuştina 12 gerîlayan bi îxanetan tijî ye. Dema ku min bihîst dilê min parçe bû, min xwest vî zilmê binîm ziman û ragihînim.”
Piştî axaftinê Mukaddes strana ku nivîsandiye stra. Gorinên stranê wiha ne:
Weylo weylo ezê bajara Wan’ê ketim taxa Artemêtoo
Heylo lo sibê zû ye
Daye rebenê şeva nivê şevê qêrî li ber guhêmin hat qey min got xewn e
Heylo lo weylo lê rastî ye
Mi go bi deynê xatrê xwedê şevêdin li vir çi qewimî ye
Hey wax dayê çi girî ye...
Yekê di got xwe yê por kurê ma tu qey tu nuzanî şevêdin li vê derê 12 Egidê me şehit kirine bi kimyasalê
Heylo lo bêbextî ye
Gelê xwîşk û biraya ma qey nizanîn Reco ne kurd e ne tirk e qatil e
Heylo lo wey lo çav birçî ye
DÎHA/WAN