Li ser pirsê, Navenda Dokûmantasyonê Dezgeha Mafên Mirovan a li Dijî Qirkirina Gelên Kurdistanê Kurdocide Watch-CHAK daxwaziya xwe gihand dostên Baskî û parlementeran.

Ji CHAK’ê, koordînatorê kampanya Demîrbaş, Gabar Çiya anî zimên ku, bersiva ji wan hatiye bi erênî nêzî pêşniyaza CHAK’ê dibin. CHAK’ê ji wan xwestibû ku, tevahiya endamên parlementoyê bi nameyên xwe, ji Serokwezîr, Serokomar û Wezîrê Dadê yê Turkiyeyê daxwaz bikin ku qedexeya li ser Demîrbaş ya derketina derveyî welat rabe.

ANF/BILBAO