Keşîşxaneya Mor Evgîn Bagok 2 sal in li benda restorasyonê ye. Herçend ku Midûriyeta Mûzeyê ya Mêrdînê biryara projeya restorasyonê dabe jî heta îro ti gav nehatine avêtin.

Li qûntara Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê Keşîşxaneya Mor Evgînê 700 sale li benda keşîfkirinê ye. Keşîşxane di dema Romayê de hatiye avakirin û di sala 1970’yan de piştî ku keşeyê wê jiyana xwe ji dest da keşîşxane hat girtin. Di sala 2011’an de bi hewldana keşeyê suryanî Raban Yakîm Unfalê carek din ji îbadetê re hat vekirin.

 MÊRDÎN