Weqfa Jina Azad 31’ê Tîrmeha sala bihurî, yekemîn mala sêwiyan a bi navê Keskesora Alan vekir. Di malê de 30 zarok ji tevahiya bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin.
Ji bo peydekirina hawîrdora guncaw ji zarokan re, 8 jinên pispor hatine erkdarkirin. Jin 24 saetan li malê dixebitin. Di malê de baxçeyekî zarokan heye û çalakiyên curbicur ji bo zarokan tên kirin.
Girêdayî mijarê endama rêveber a Weqfa Jina Azad a Herêma Firatê ya ku çavdêriya beşa derûnî dike, Emîne Mihemed got, "Em hewl didin desteka derûnî bidin zaroka da ku em pirsgirêkên zarokan nas bikin û çareser bikin." Wekî din 12 zarokên ji 7 salî mezintir, diçin dibistanên seretayî.
ANHA / KOBANÊ