Li bajarê Kobanê navendeke çand û hunerê ya ji jinan re xas heye, ew jî navenda Kevana Zêrîn e, ku tenê tê de kar û xabata hunerî tê kirin.

Mêrxan a ciwan jî yek ji wan jinên ciwan e ku li Kevana Zêrîn beşdarî xebatên hunerî dibe. Ew dibêje, xewna wê bû karê hunerî bike û ji ber wê jî li Kevana Zêrîn e. Ew di koma govendê de jî cihê xwe digire. Jixwe, ew kesa yekem e ku di nava koma damezrîner a govendê de cihê xwe digire.

Mêrxan di nava rêveberiya Kevana Zêrîn de cihê xwe digire. Ew di heman demê de xwe hînî muzîk û şêwekariyê jî dike.

Navenda Kevane Zêrîn ya Çand û Huner, navendeke teybet e tenê ji bo jinê, û berî 2 salan şaxê yekê yê navendê li Qamişlo hate demezrandin.

Li bajarê Kobanê bi xwe, qederê 40 jinên ciwan û zarokên keç li vê navendê xabetên hûnerî dikin.

Li vir dersên muzîk, gotina stranan, şêwekariyê hene. ji bilî xebatên hunerî 60 jinên ciwan û zarokên keç beşdarî van dersan dibin.

 

KOBANÊ