Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê çalakiyên roja 7'an a hefteya çandê li kampa Berxwedanê a kantona Şehbayê li dar xistin û bi vî awayî rêze çalakiyên ji bo bibîranîna Zîlan (Zeynep Kinaci) bi dawî kirin. Endama Tevgera Kevana Zêrîn Rohayî Bekir behsa girîngiya lidarxistina van çalakiyan kir û got, "Ev çalakî ji bo bibîranîna şehîd Zîlan in. Armanca me parastina çand û kevneşopiya Kurdî ye." Piştre koma Şehîd Berçem stranên folklorî gotin, koma Şehîd Baran şanoyek ji bo zarokan li ser girîngiya paqijiyê pêşkêş kir. Her wiha koma Şehîd Mizgîn jî staranên şoreşgerî gotin. Çalakî bi govenda gelêrî ya koma navçeya Ehdasê bi dawî bû. ŞEHBA