Saziyên dewletê ji hêlekî ve dixwazin di bin navê “ewlehiyê” de berhemahiyên dîrokî ji cihên wan bikişînin, ji hêlekî ve jî di bin navê restorasyonê de xebat tên kirin. Lingên pireya dîrokî ya ku niha tên çêkirin, li gorî îdiayên şêniyên navçeyê tenê ji bo lingekî pireyê 20 milyon TL hatiye xerckirin.
Tûrîstên ku tên Heskîfê û rewşa heyî dibînin, pirsa wane destpêkê ji rehberan tê kirin ev e: “Madem dê Heskîf di binê avê de bimîne, wê demê çima Pireya Kevir tê çêkirin?” Gelek kes vê restorasyonê wekî hewldaneke rantê dinirxîne.
Li hemberî pirsên “Çim tê restore kirin” qaymeqam jî ev bersiv da: “Ji xwe temenê bendavê kin e, ji bo wê divê pireya di binê avê de dimîne, kevirên wê ji cihên xwe dernekevin.” Welatiyên Heskîfê diyar kirin ku hikûmet bi hişmendiya bazirganiyê nêzîkî wan dibe û aşkera kirin ku dewletê her derê Heskîfê ji rantê re vekiriye. Welatiyan destnîşan kir ku ji bo pireya di binê avê de dimîne, bi milyonan pere hatiye xerçkirin, li Heskîfa nû ya ku avahî lê hatine çêkirin, avahiyên berdêla wan 40 hezar TL nake, bi 130 hezar TL’yî difroşin wan, erdê ku ji wan bi 500 TL’yî standine, bi 15 hezar TL’yî difroşin wan.
ÊLIH