Di serdema antîk de li Mezopotamyayê di navbera bajaran de û her wiha di navbera bajar, û eşîran û gundan de bazirgeniyeke zêde hebû. Her cara ku împaretoriyek mezin dibû jî, vê bazirganiyê bêhtir dirûvê têkiliyên mêhtingeriyê, seferên eskerî digirt. Bi her halî ji bo bazirganiyê pîvanên giranî û hecmê gelekî girîng bûn. Li Ûr û Nipûrê pîvanên giraniyê ji bo vê hatibûn bipêşxistin. Ev pîvanên giraniyê yên ku em di wêne de şiklekî wê dibînin, teqrîben dikarin weke li jêr bên dabeşkirin: Giraniya herî piçûk lib/tene bû û navê wê weke şê (Sumerî) dihat hildan, û 46,6 mîlîgram (0,0466 gram) in. Piştî wê misqalek tê yanî 180 şê. Sumeriyan ew weke gîn bi nav dikir, û teqabilî 8.4 graman dike. Piştî wê mîna tê yanî 60 misqal. Sûmeriyan navê wê weke mana hildida û teqabilî 504 gramên îro (teqrîben nîv kîlo) dike. Piştî wê jî dîrhem tê, yanî 60 mana. Sumeriyan navê gun lê kiriye û teqabilî 30,2 kîlogramên îro dike. NAVENDA NÛÇEYAN