Fermandarekî Tugaya El-Muitesim beriya 3 rojan ji nava çeteyên ser bi Tirkiye yên li herêma Şehba reviya û xwe radestî Artêşa Şoreşgeran a li herêma Şebha kir.
Fermandarê bi navê Ewîd Ebû Seqir dibêje piştî desteserkirina bajarê Babê, armanca dagirkeriye Tirk zelatir bûye û wiha pê de çû: “Tirkiye dixwaze bi riya me, axa me dagir bike. Me ferman, cebilxane û lojistîk yekser ji wan digirt. Tirkiye dixwaze serdema Osmanî vegerîne û armanc ne şerê li dijî DAIŞ`ê ye, ji xwe di navbera çeteyan û Tirkiye de hevdîtin çêdibûn û gelek gund hatin radestkirin.”
Li gor fermandarê navbirî, Tirkiye ji fermandarên Artêşa Azad daxwaz kir ku eskerên xwe li herêma Edene û hin cihên din perwerde bikin. Li rex wê Tirkiye baregehên eskerî li herêma Babê û Ezazê ava kirin û wiha dewam kir: "qaşo mebest avakirina herêmeke ewle ye ku çek û cebilxane lê neyên bikaranîn. Lê herêm veguherî qadeke eskerî. Dem bi dem cebilxane derbasî herêmê tê kirin û ev yek ji bo şerê li hember artêşa şoreşgeran û hêzên QSD`ê ye.”
"Min fermana wan red kir, rapeyî min ketin"
Ewîd Ebû Seqir destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiye li komên girêdayî Artêşa Azad ên di bin serweriya wê de ferz kir ku di civînên Asîtana de amade bibin û got “fermandarekî Artêş Tirkiye ji min xwest ku ez civînên Asîtana hazir bikim û çend caran min red kir, lewma rapeyî min ketin û bi saxî an mirî ez xwestim. Sedemeke qutbûna min, ku komên li herêmên rizgarkirî ew şoreşgerên rasteqîn in û zarokên Sûriyeyê ne, em çiqasî di nava xwe ji hev cuda bin, lê Sûriye dê bi me bê rizgarkirin. Eger em di bin sîwana dagirkeriya Tirkiyeyê de bin, armanca me a xistina rêjîmê qet pêk nayê.”
Ebû Seqir herî dawî ev bang li çeteyan kir “beriya sivîlan ez bang li eskeran dikim ku di dagirkirina Sûriyeyê de desteke nedin Tirkiye û bila armancên rasteqîn ên Tirkiyê jî bibînin.”
TOLÎN HESEN / RÊZAN CEBEL/ANHA / ŞEHBA