Endamên komê hewl didin hemû stranbêjên gelerî beşdarî komê bibin û komê mezin bikin.
Herêma Koçerat bi stranên xwe yên çandî bi nav û deng e. Êlên wê herêmê ji bo ku pezên xwe biçêrînin, di jiyana xwe de ji cihekî koçî cihekî dikirin û bi vî rengî çanda xwe diparastin.
Çanda herêma Koçerat xwedî taybetmendiyeke xweş e, dema ku mirov vê çandê jiyan dike, mirov hîs dike ku di nava xwezayê, gul û giyayê de ye. Ev yek jî dihêle ku hestên helbestvaniyê li gel stranbêjên wê herêmê biherikin û awazên lihevhatî bafirînin.
Li 33 gundan bi dehan stranbêj
Stranbêjên wê herêmê bi stranên xwe karîbûn çand û kevneşopiyên xwe, bûyer û qewminînin ku di serdemên derbasbûyî de, pêk dihatin biparêzin, her wiha dîrok û çanda xwe ji nifşên pêşerojê re jî ronî kirin.
Li 33′ê gundên herêma Koçeran bi dehan stranbêj gelêrî hene û hewl didin bi stranên xwe çand û kevneşopiyên xwe, veguhezînin nifşên pêşerojê.
Di vê çarçoveyê de hejmarek stranbêjên gelêrî yên herêma Koçerat komeke stranên rêûresmê bi navê ′Koma Wanê′ava kirin. Ev kom beşdarî gelek pîrozbahiyan bû û stranên xwe pêşkêş kirin. Lê rêjîma Baasê gelek astengî li pêşiya vê komê derdixistin, her wiha gelek Endamên komê jî girtin.
Koma Wanê bû “Kevneşopî”
Di Nîsanê de, koma ′Wanê′ bi navê koma ′keneşopî′ jinûve dest bi xebatên xwe yên hunerî kir. koma ′Kevneşopî′ ji 14 stranbêjên ji gundên herêmê Bistasos û Teqa, pêk tê.
Endamên komê bi stranên xwe koçeriya Botanî vedibêjin û bi vê yekê reng û xweşikbûnekê didin stranên xwe.Koma Kevneşopî li Kantona Cizîrê beşdarî gelek pîrozbahiyan bû, her wiha beşdarî çalakiyên hefteya çand û hunerê yên li bajarê Girkê Legê û Tirbespiyê bûn.
Endamên komê her heftiyekê roja înê li ser stranên cejn û şahiyan, her wiha govendên Botanî perwerdeyên xwe ji saet 19:00´an heta 22:00′an, dibînin.
EVÎN OMER / DÎCLE YÛSIF / ANHA / KOÇERAT