Karê sedefê ango sedefkarî di civakên Rojhilata Navîn de karekî gelekî bi qîmet e. Lê ev çanda qedîm ji ber sersariyê roj bi roj winda dibe. 

Di salên borî de li gelek deverên Kurdistan û Tirkyeyê ev kar dihat kirin, lê di salên dawîn de hema bêje tenê li bajarê Dîlokê tê kirin. Ev karê ku xebateke pir baldar û hûr dixwaze, zêdetir di amûrên koşk û sera, mescîd, mizgef, dîsa deriyê gelek qonaxan, şibake, neynik, mase, dolab, sehpa, rahle, mînber, dîsa li ser amûrên muzîkê yên wekî keman, tembûr, li ser qundaxên çekan û hwd. dihatin neqişandin. Karê sedefê yê di demên dawî de li Dîlokê tê çêkirin, li ser gelek kel û pelên cuda jî tê çêkirin. Ev berhemên tên neqişandin, li herêmên turîstîk tên firotin û dişînin derveyî welat jî. Karê sedefê di sedsalên 15 û 16’emîn de di çanda civakên li Kurdistan û Tirkiyeyê derdikeve pêş û wek karekî gelek biqîmet ê destan tê dîtin. 

Dîroka kar

Tê gotin ku karê sedefê cara ewil li ser deriyê Mizgefta Kubbelî ya li bajarê Edîrneyê hatiye dîtin. Piştî vê mînaka ewil di sedsala 16’emîn de li tevahiya welat ev kar belav dibe û hema bêje li ser hemû amûrên taybet ên malan tên neqişandin. Di sedsala 17’emîn de ev kar li Stenbolê gelekî dihat kirin. Li gorî seyhatmaneya Evliya Çelebî bi qasî 500 esnafên Stenbolê tenê bi vî karî re eleqedar dibûn. Çanda sedefê piştî ku di nava civakê de qîmeta xwe zêde bû, heta di bin banê dewleta tirk de jî beşên perwerdeyê sedefê jî tên vekirin. Yek ji wan jî di sala 1936’an de Akademiya Hunerên Xweşik a Dewletê ya Stenbolê tê vekirin û hin pisporên karê sedefê di vê akademiyê de perwerdeya vî karî didin. 

 Li gelek cihan

Karê sedefê di salên destpêka komara Tirkiyeyê de ji ber xizaniyê hema bêje ji holê radibe. Lê piştî demeke dirêj careke din li Kurdistanê bi taybetî li Dîlokê ji nû ve bi pêş dikeve. Tê gotin ku hin hostayên sedefê ku piştî derbasî Sûriyeyê dibin, ev çand li wir jî belav dibe. Dîsa li herêma Îskenderunê jî ev xebat tê kirin. Di salên 2000’î de ev çand li Dîlokê her ku çû bi peş ket, bi vê re qîmeta ji bo van karên destan jî her ku çû zêde bû û bandoreke cidî li ser aboriya malbatan jî kir. Li ser vê yekê gelek kesan xwe di aliyê karê sedefê de xwe bi pêş xist û ev êdî bû pîşeyek. Di roja me ya îroyîn de li Dîlokê 54 atolyeyên sedefê hene. Dîsa Atolyeya 55’emîn li Zanîngeha Dîlokê, Navenda Pêşxistin û Parastina Karên Destan a Dîlokê, di sala 1992’yan de hatiye avakirin. Li vê herêmê nexş û nemûşên herî zêde tên bikaranîn, herî zêde nexşên herêma Hatay û nexşên rûmî tên bikaranîn. Dîsa li ser amûran nexşên lale, qurnefîl, şitl, stêrk, beybûn û hwd. tên neqişandin. Her wiha li bajarên wekî Gurgum û Semsûrê jî karê sedefê tê kirin û berhemên tên afirandin li Rojilata Navîn tên belavkirin û di bazarên herêmê de tên firotin. 




NAVENDA NÛÇEYAN