
Li Elmanyayê saziya tora înternetî ya agahdarkirinê bi navê ProMosaik pirraniya karê xwe li ser têkoşîna li dijî nijadperestiyê, diyaloga di nava çand û nasnameyên cihê de û rêzgirtina mirovan a beramberî hev ava dike. Yek ji projeyên wê jî ew e ku li cem zarokên piçûk bi rêya çîrokan têkoşîna li dijî nijadperestiyê bike.
Herçî zarok in, ew hez ji fabilan dikin, ji ber ku zarok hez dikin dema xisletên mirovan li heywanan tên barkirin. Bi ser de jî zarok bi xwe jî fabilên nû çêdikin û hez dikin ku wan çêkin. Ji ber vê ProMosaik dibêje, “Fabil divê di heman demê de jî xweşik bin, xweşik xuya bikin. Û dema em jî fabilan li ser nijadperestiyê bibêjin divê ev jî xweşik xuya bikin.” Ango bi ya xwediyê projeyê, nijadperestî divê di nava rûpel, diduyan de ji holê bi temamî rabe.
Nijadperestiyê rawestînin
Di çarçoveya vê projeyê de heta niha sê fabil derçûne ku beş in ji rêza pirtûkan a bi navê “Stop Racism – Fables Against Racism / Nijadperestiyê rawestînin - Fabil li dijî nijadperestiyê”. Bi vê ProMosaik dixaze bibe xwediyê ked û hewldanekê ku bike ku li dinyayê nijadperestî nemîne. Nivîskarên van fabilan du zarokên ji Stenbolê ne, ku di nava du çandan de ya Îtalyanî û Tirkiyeyî de dijîn.
Bi her halî, fabil bi 12 zimanan ku di navê de Kurmancî heye, tên weşandin, armanc jî ew e ku nîşana xurt deyne ji bo diyalogê û angajmana li dijî nîjadperestiyê. Lewma li gorî xwediyên projeyê, “Nijadperestî û cudakerî di nava hemû civak, çand û dînan de hene”.
6 zimanên Ewrûpî 6 ên ji welatên Misilman
ProMosaik dide zanîn ku wan biryar daye ku ji welatên Ewrûpî 6 zimanan (Îtalyanî, Spanî, Elmanî, Ingilîzî, Fransî û Yewnanî) û ji welatên pirraniya nifûsa wan Misilman jî 6 zimanan (Tirkî, Kurmancî, Erebî, Farsî, Paştû û Bahasa) hilbijêrin.
Biya ProMosaikê fabil cureyê îdeal e ji bo di vê çarçoveyê de diyaloga di navbera çandan de teşwîq bike. Û bi bîr dixe ku bi Esop û Fedrûs fabil di çanda Ewrûpî de bi xurtî bi cih bûne, herçî welatên Misilman in jî bi rêya wergerên ber bi Farsî û Erebî yên fabilên Hindî û fabilên ji Kelîle û Dimneyê, aşînayê vî cureyî ne.
Ji bo armanca xwe bi kurtî îfade bike Promosaik dibêje “Ji ber ku mezin pirraniya caran di maneya xweşbînî, tolerans, bihevre jiyana aştiyane, diyalog û hevkariya navçandî nizanin, rast nagihijin, em dixwazin mafê vegotinê bidin zarokan da ku fabilekê bibêjin ku tê de heywan biryara hevkariyê didin, û henekê xwe bi yên din nakin ji ber ku dirûv û rengê wan guhertiye”. Bi vî rengî Leyla û Sara Uzunlar fabilên Kêzxatûn û Mozê, Zebra û Hesp, Kîvroşk û Mişk nivîsîn û xwestin, “Fabilên li dijî nijadperestiyê”, “Nijadperestiyê rawestînin”!
NAVENDA NÛÇEYAN