Kî dixwaze bibe mamosteyê Kurdî, fermo!

MURAT MANG/BIELEFELD
Li Elmanyayê li hin eyaletan dersên Kurdî li dibistanan weke dersên “zimanê welêt (Herkunftssprache)” tên dayîn. Lê ji ber ku dibistan dixwazin mamosteyên van dersan hem di warê Kurdî û hem jî di warê pedagojiyê de perwerdekirî bin, peydakirina mamosteyan zehmetiyeke mezin e. Ji bo ev zehmetî karibe ji holê rabe, projeyek hat bipêşxistin. Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpayê (YMK) ev demeke dirêj e ku di ber vê projeyê de dişixulî. Di dawiyê de jî bi hevkariya Beşa Kurdî ya Înstîtuya Ziman û Şaristaniyên Rojhilat (INALCO) ya li Parisê bersiveke erênî da û projeya YMK’ê qebûl kir. Ji bo wê projeyê em Serokê YMK’ê Abdulqadir Ulumaskan re axivîn.
INALCO’yê proje qebûl kir
Abdulkadir Ulumaskan ji bo pejirandina projeyê kefxweşiya xwe îfade kir û ji bo vê derfeta peydabûyî jî bang li ciwan û civaka Kurd kir da ku xwedî li vê projeyê derkevin û tevlî bibin. Ulumaskan got, “Ev demeke dirêj e, em wek Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewropa-YMK hewl didin ku ji bo perwerdeya berendamên mamosteyên zimanê kurdî, kurseke tijî bê lidarxistin. Ji bo vê yekê têkilî bi hinek saziyên perwedeyê û zanîngehan re hatin danîn û proje hatin pêşkêşkirin. Herî dawî projeya me ya ji bo ‘mamosteyên zimanê Kurdî’ ji aliyê Zanîngeha Sorbonnê, ve hat qebûlkirin.”
Heta niha 20 kesan miracaet kiriye
Ev kurs girîng e û mamoste Ulumaskan vê yêkê wiha rave dike: “Sertîfîkaya di asta C2 ya zimanê Kurdî ji bo mamostetiya Kurdî û karê wergêriya Kurdî bi fermî gelekî girîng e. Dîsa di sertîfîkayê de nivîsandina formasyona pedagojîk ji bo zimanê Kurdî jî referanseke pirr baş e. Beşa Kurdî ya INALCO’yê wê sertîfîkayê bide. Lê divê bê gotin; em nikarin, ji sedî sed garantî bikin ku her kesê bi vê sertîfîkayê bibe mamosteyê zimanê Kurdî. Ew dimîne li ser însiyatîfa saziyên perwerdeyê yên Elmanyayê yan jî welatên din. Lê dikare bi hêsanî bê gotin ku ev zanîngeh li Ewrûpa û li cîhanê zanîngeheke naskirî ye û di beşa zimanê Kurdî de jî navdar e. Em wek YMK’ê bi salan e ku ji bo çareserkirina pirsgirêka mamosteyên zimanê Kurdî yên nû, li gelek deran di nava hewldanan de ne û me ev proje li gelek deran ceribandiye. Lê wek derfeta heyî ya herî baş, bi alîkariya hinek akademisyenên Kurd ên hêja ev derfet bi destê me ketiye. Em bawer dikin, ev perwerde wê hetanî radeyekê vê pirsgirêkê çareser bike. Heta îro 20 kesan ji bo tevlîbunê miracaetî me kiriye.”
Ders di ser întenetê re online in
Kurs bi rêya înternetê online wê 6’ê Tîrmehê dest pê dike. Ji bo agahîyên din yên teknîkî Ulumaskan wan agahîyan parve dike: “Ev perwerde wê di navbera 06.07.2020 û 10.07.2020’an de ji aliyê Zanîngeha INALCO ve ji bo ‘berendamên mamosteyên zimanê Kurdî’ bi rêya înternetê wek kursekê bê dayîn. Kesên bixwazin, tevlî kursê bibin, dikarin, ji 15.04.2020’an hetanî 30.04.2020’an miracaet bikin. Agahdariyên din û mercên beşdariya kursa ‘berendamên mamosteyên zimanê Kurdî’ li jêr in. Di dawiya kursê de, beşdarên di ezmûna nivîskî de serketî, wê ji zanîngehê sertîfikayeke zimanê Kurdî ya asta C2 û Formasyona Pedagojîk ya derbarê dersdayina zimanê Kurdî de bigirin.”
Mercên miracaetê:
- Ji bo mirov bikare beşdarî kursê bibe, divê heta radeyeke baş bi zimanê Kurdî zanibe. Ji bo destnîşankirina asta zanîna zimanê kurdî-kurmancî yan jî soranî wê pêşezmûneke devkî û/yan jî nivîskî bê kirin. Piştî ezmûnê wê peymaneke nivîskî di navbera YMK û beşdaran de bê çêkirin.
- Divê bi kêmayî dibistaneke bilind a du sal (4 somester) xwendibe,
- Divê her kes bi zimanê Kurdî kurtejiyan û kopiya dîplonameya xwe ji me re bişîne,
- Ders wê li ser înternetê (online) bên dayin,
- Ders wê ji 06.07.2020 heta 10.07.2020’an, rojê 6 saet, bi tevahî 30 saet bên dayin,
- Roja piştî kursê, şemî di 11.07.2020’an de li Parisê ezmûna kursê wê nivîskî bê çêkirin (heger krîza koronayê dewam bike, bi îhtîmaleke mezin zanîngeh ezmûnê wê online bike.)
- Kesên di ezmûnê de bi ser nekevin, paşê wê dîsa derfeteke wan a din a ketina ezmûnê hebe,
- Heqê mesrefa çûyin û hatina ji bo ezmûnê ya Parîsê her kes wê bi xwe bide,
- Heqê kursê 500 euro ye. Ji ber ku heqê kursê li gorî hejmara beşdaran tê hesabkirin, dikare hinek guhertin çêbin. Dibe ku ji 500 euroyî hinekî kêmtir be jî. Lê wê ji 500’î ne zêdetir be. Ev pere/dirav, divê ji hesabê zanîngehê re bê şandin. Dema dayinê ya dawîn wê piştî miracaetan ji beşdaran re bê ragihandin.
Navnîşan û têkiliyên ji bo serlêdanê:
Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewropa -YMK
E-Mail: info@denge-mamoste.com
Tel. 0157 77066113 (ji bo zaravayê kurmancî)
Tel. 0176 72509932 (ji bo zaravayê kurmancî)
Tel. 0176 84305690 (ji bo zaravayê soranî)
Ka di kursê de wê kîjan bên dayîn. Ew jî di bin 4 serenavên gi,stî de hatine berhevkirin:
1) Ziman û wêjeya Kurdî (Kurmancî û Soranî)
2) Metodolojî (Kurmancî)
3) Didaktîk (Kurmancî)
4) Pedagojî (Kurmancî)
