Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo diyar kir ku ên li bakûrê Sûriyeyê bi ser keve, wê li gelek herêmên din ên Sûriye jî serketî be.
Heyfa Erebo têkildarî ‘Opersyona şehîd û fermandar Feysel Ebû Leyla’ û bûyerên dawî li herêmên bakûrê Sûriyeyê axivî.
Heyfa Erebo di destpêka gotinên xwe de bi bîr xist ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji hemû cîhanê re îsbat kirine ku ew nûnertiya vîna tevahiya gelê Sûriyeyê dike û îsbata vê yekê jî beşdarbûna ciwanên Ereb, Kurd, Asûrî û Turkmen di nava refên QSD’ê de ye.
Rizgarkirin bi kordînekirî ye
Heyfa Erebo da zanîn ku serkeftinên QSD’ê ji tevahiya raya giştî re diyar kiriye ku projeya li herêmê tê pratîzekirin, ne projeyeke neteweyî ya hişk e û weha dewam kir: “Hêzên QSD’ê beriya rizgarkirina herêmêkê bi şêniyên wê herêmê re dikevin nava têkiliyan û bi wan re di nava kordîne de ne. Herêmên hatine rizgarkirin ên girêdayî bajarê Minbicê ji aliyê şêniyên xwe ve têne birêvebirin. Ev yek dê ji bo hemû herêmên ku hêzên QSD’ê rizgar bike lê be.”
Alternatîfa herî guncaw QSD ye
Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo di dirêjiya axaftina xwe de got, QSD alternatîfa herî guncaw a aretêşeke niştimanî ya Sûriyeyê ye û ew ê tevahiya gelê Sûriyê ku ev 5 sal in di rewşeke zehmet de ye, rizgar bikin.
Heyfa Erebo bal kişand ser hin derdorên ku xwe wekî opzîsyona Sûriyeyê nîşan didin, got “Derdorên behsa wan tê kirin, nikarin nûnertiya vîna gelê Sûriyeyê bikin.”
Rêya çeteyan a dawî
Heyfa Erebo da diyarkirin ku operasyona rizgarkirina Minbicê ne wekî operasyonên din tê meşandin û weha dewam kir: “Hemû hêz di nava şerekî de ne ku wê herêmê bigirin. Ew riya çeteyên DAIŞ’ê ya dawî ye ku li bakurê Sûriyeyê ye. Ji ber vê yekê taybetmendiya wê herêmê heye. Vê yekê girîngiyeke mezin ji gelek welatan re daye wê herêmê. Projeyeke Tirkiyeyê jî li ser herêmê heye, di heman demê de Rûsya û Emerîka jî hesabên wan ên cuda li vir hene. Ên di şerê Minbicê de bi ser keve, weke ku li gelek deverên din ên herêmên din ên Sûriyeyê bi dest xistibin, wê li her derê serketî bin.”
STALÎN OSO/ANHA / HESEKÊ