Selahattîn Demîrtaş bersiv da gotinên dîktatorê dewleta Tirk R. Tayyip Erdogan ên ku ew "terorîst" bi nav kirî û got: "Pêvajoya dadgehkirinê ya tê meşandin, bi dadgehkirinê re ti elaqeya xwe tine, eşkere ye ku ev biryar ji hêla te ve hatiye dayîn û te em ji kulfeta îspatê rizgarkirin. Di nava tirsekê de, neheq êrîşî min dikî, ev yek ji camêrtiyê dûr e. Çi îro û çi sibe, kî terorîst e dê zelal bibe."
Dîktatorê dewleta Tirk, Erdogan li bajarê Hamburgê tevlî Civîna Bilind a G-20'an bû û der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de peyva "terorîst" bi kar anî. Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bersiv da Erdogan. Demirtaş Erdogan wekî Serokê Giştî yê AKP'ê bi nav kir û bangeke li raya giştî vekirî kir. Di nivîsa xwe de Demirtaş, heqareta Erdogan li wî û vîna milyonan kirî, lê vegerand û doza xwe jî weke bi temamî dûrî dadgehkirinê bi nav kir. Ji ber ku ew ji kulfeta isbatê jî xilas kiriye jî, "malavahiya" wî kir. Demirtaş bi bîr xist ku ji mirovên di serhildana Kobanê de qetilkirî, 44 jê endamên HDP´ê bûn, û îşaret bi dewra wan kesan kir ku beriya 15´ê Tîrmeha 2016´an walî û rayedarên eskerî yên dagirker bûn li bajarên Bakurê Kurdistanê û sûcên li dijî mirovahiyê kirine û wiha dewam kir: "Tu dizanî ev kesê di derbeya 15'ê Tîrmehê de cih girtine û bi sedan welatiyên sivîl qetilkirine, li şûna ku tu para wan a provakasyonê ya di komkujiya 6-8'ê Cotmehê de lêbikole, hemû sûcî dixî stûyê min, ji reqîbekê xwe tolê hiltînî, ev tiştekî pirr ji rêzê û xaflet e.
Ez ê teslîmbûnê qebûl nekim
Demirtaş necamerî û neheqiya Erdogan bi bîra wî xist û wiha dewam kir: "Ne ji te û ne jî ew zilimkarên di bin fermanda te de dixebitin, ez dê ji kesî hêviya merhametê nekim. Ez zanibim ku dê emrê min ê heyî di girtîgehê de jî derbs bibe, ez dê bêrûmetiyê û teslîmbûnê qebûl nekim. Em wekî HDP û hemû dostên HDP'ê em ê li derve û li hundir li dijî faşîzmê têbikoşin û bawer bike, em ê di warê dîrokî de jî bi ser kevin. Ez di hucreyeke Tîpa F de jî bim, wijdanê min rihet e, bizane ez bê tirs û kêfxweş im. Ji ber wê 'hêvî dikim' tu qet ji bo min 'netirsî'."
NAVENDA NÛÇEYAN