Di 20 Mijdarê de partiyên Kurd yên rojavayê Kurdistanê derbasî başûrê Kurdistanê bûn û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî, dîwana serokatiya herêmê û hem jî di navbar xwe de civîn li darxistin. Di encama van civînan de. Desteya Bilind a Kurd jî civîna xwe li darxist û DBK gihişte hin biriyaran. Ji wan biryarên herî girîn yên vê civînê; "Pêwîste hemû hevdîtinên dîpilomasî bi navê Desteya Bilind a Kurd bê meşandin û yek xabata siyasî hebe" bû.
Lê mixabin çawa ku partiyên Kurd ê rojavayê Kurdistanê Ava Mezin (Çemê Dicle) derbas kirin. Hemû biryar û nîqaşên xwe li Hotêla TengRan a Hewlêrê jibîrkirin û careke din li gor xwe û bê ku hesasiyeta pêvejoya Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê, li ber çavan bigirin tevgeriyan.
Di heman roja ku civînê Desteya Bilind a Kurd dihate li darxistin de di navbêra 4 partiyên Kurd ku ji wan du partiyên nûnerên wan di DBK'ê de jî hene civîneke cuda li darxistin û amedekariya îlana Yekîtiyeke Hêzên Siyasî ya 4 partiyan dikirin.
Yekîtiya Hêza Siyasî dikin. Partiya Demokratî Kurd bi navê Ebdulhekîm Beşar tê naskirine û Partiya Azadî ya Kurd ku bi Mustafa Cuma tê naskirin serkêşiyê dikin. Her wiha du partiyên din yê beşdar dibin jî. Partiya Yekîtiya Kurd a ku bi Îsmaîl Hemê tê naskirin û Partiya Azadî Kurd ya bi Mustafa Usê tên naskirin e. Ev partiyên mijara gotinê, endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd in û di heman dem de, nûnerên wan di Desteya Bilind a Kurd jî hene.
Avakirina Yekîtiya Hêzên Siyasî tê çi wateyê?
Dema mirov li nabza civakê temaşe dike gele Kurd ji vê Yeketiya Hêzên Siyasî ne rihete û rê li gumanan vedike. Her wiha divê mijarê de çavdêrên siyasî yên başûr û rojavayê Kurdistanê jî wiha di fikirin. Hatina van çar partiyên Kurd, di bin navê Yekîtiya Hêzên Siyasî de, ne yekîtiyeke gelemperî ye. Her weke ji navê xwe diyar e. Yekiyek siyasî ye, di weteye din de yekîtiyek çeker e, berovajî yekîtiyê, perçebûnê çêdike. Ji ber Desteye Bilind a Kurd heye û nûneriya Kurdan dike. Gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê, bi milyona piştgiriya xwe nîşanî desteyê daye û gotiye "Desteya Bilind a Kurd Nûneriya min dike". Çi hebûn derveyî Desteya Bilind a Kurd bê avakirin wê bi Kurdan bide winda bikirin û nakokiya di navbêra partiyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê de kûr bike.
Ji ber vê yekê, divê hemû Kurd dibin siwanekê de bigînin hev. Yekîtiya xwe saz bikin. Dibe ku nêrînên cuda hebin û girêdana van bi başûrê Kurdistanê re jî hebe, lê divê neye ji bîrkirin, partiyên rojavayê Kurdistanê ne. Berpirsyariyeke dîrokî li pêş wa ye. Ji her kemasiye û biryarek şaş ev partî bixwe berpirsyarin, ne hêzên başûr an bakûrê Kurdistanê. Divê her yekî ku xwe aqilmend û nûnerê Rojava dibine, bi vê berpirsyarê tev bigere. Dervehî vê yeke tu şansê Kurdan nîne.
Kî ye nûnerê Rojavayê Kurdistanê ye
Bê guman karê nûnertiya gel tiştekî giran û gelek pîroz e. Di weteyeke din de pêşeng û xizmetkarin. Li rojavayê Kurdistanê piştî avakirina Desteya Bilind a Kurd, hewldanê avakirina yekîtiya hêzên siyasî ketine rojeva gel. Her weke navê xwe ev yekîtî nabûye yekîtiya partiyên Kurd. Yekîtiya hêzên siyasî di navbêra 4 partiyên Kurd de ye.