Ji bo Rojavayê Kurdistanê li Kifriyê alîkarî hat kom kirin. Alîkariya komkirî radestî Heyva Sor a Kurd hat kirin. Li Kifrî ji bo Rojava di nava 10 rojan de 20 hezar û 400 dolar hat komkirin.
Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi deh hezaran xelk ji warê xwe koçber bûn. Li Başûrê Kurdistanê ji bo alîkariya xelkê penaber hema bêje li bajar û navçeyan hemûyan kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin.
Bi vê boneyê li navçeya Kifrî a ser bi Germiyanê jî kampanyayek alîkariyê hatibû destpêkirin. Alîkariya li Kifrî hatî komkirin, radestî Heyva Sor a Kurd ya li bajarê Silêmaniyê hat kirin.
Yek ji rêveberê kampanya alîkariyê Selah Germiyan daxuyaniyeke çapemeniyê da û got; “Me weke erkek nîştimanî ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyayek alîkariyê da destpêkirin. 10 roj bû kampanya dewam dikir. Dinava 10 rojan de 20 hezar û 400 dolar pere hat komkirin û me radestî Heyva Sor a Kurd kir.”
Piştî radestkirina alîkariyê, rêveberên kampanyaya alîkariyê yên Kifrî serdana nûnertiya kantonên Rojavayê Kurdistanê kirin. Şandeya rêveberan ji aliyê endamên nûnertiya kantonan ve hatin pêşwazîkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN