Di salên heftêyi de kulîlkên xwîna herikî û sotî erdê betonkirî tarikandin, ev nûvejîn bû tirs, pêlên wê olana xwe da Enqerê. Di heştêyî de bi postalên cuntaya wek zebaniyê dojehê li Zîndanên Amedê bû celat, xwîn, agir, sotin û rûreşiya mirovahiyê, nalîn û hawar gihîşt çiyan. Tirs, tirsa bêbav wek saweke nexweşiyê dil dîl girtibûn, divîbû teqîneke gerdûnî pêkbihata, teqîneke wisa ku bikaniya ev perdeya tirsê biçiranda, çav û dilê ji tirsan girtî vekira, hêviya jiyaneke nû daxista ser wê xaka di bin perdeha tirsê de dinaliya.
Roja Pazdehê Tebexê li bilindahiyeke ku tu kesî hêvî nedikir, li bajarekî piçûkê ku cihan û piraniya Kurdan ew nasnedikir, di rêberiya Egîtê Egitan de guleya perdeya tirsê ji hev parçeparçe kir, teqiya! Her kes matmayî, tîranên li Enqerê dev-vekirî man. Berê temeneke bîst û çar saetan ji bo kulîlkên azadiyê birîn, lê ew bûn meh, bûn sal, dîsa nebû.
Xeta ji bin xetê digihîşt çiyaên berz zîndî, lewre Serokatiya Kulilkên azadiyê, şehîdên mezin ji ser xaka Rojava bi salan şewle, şewq bi hêviyê re direşand ser bakur. Rojavahiyên di her pêvajoyê de ji reşenbîr û şoreşgerên mezin re sîngê xwe vekiribûn, bi rengê birêkxistiniyeke nû, rastiya xwe nasîn, ji her malekê Rojava kulîkek li çiyayên bakur pelvedabû...
Tîranên Enqerê li hember vê yekparebûna Kurdan tirsiyan, daku bikane di taritiyê de fîtika tirsê lêde, bi tev Saddam û kurê Xomeyniyan mil bi mil qurşdan. Di baregehen NATOyê de fermana kulîlkên Azadiyê amadekirin, bi her welatên li ser vê xaka cihana bêrêz û bêbext re peymanên fetisandina Tevgera Azadî îmzakirin.
Peyman têkdiçûn, lewre çiyayên bi heybeta yêzdanî jî bi kulîlkên azadiyê re mil bi mil hêvî afirandibû, lehiya ji çiyan ber bi deşt û bajaran herikî, pêlên girseyî ji Botan ta Dêrsim olan da cihanê, Amedê şerefa Paytextiyê wergirt. Lehiyeke wisa bi hêz ne tirs, ne sotin û ne xwînê guhdarî dikir.
Xeteke nû li Rojhilata Navîn a ku wek sîtileke girarê dikeliya rê vekir, bû tirs, keleha NATO ya Bruksel hejand. Xwînxwarên cihanê civiyan, ji bo komployeke mezin ku bikanin baryereke têkbirinê daynin pêş vê xetê. Xwestin rêberiya Tevgera Azadî ji dil û kulîlkan biqetînin, daku bikanin vê xeta hêviya gelan bifetisînin. Lema ew birin girava bê rê û dirb ku bikanin hêviyê têk bibin.
Bedena Tevgera Azadî hejiya, hin birîn lê vebûn, lê nûveyên zindî û bijûn yê wê bedena nazik hemû parçeyên rizyayî, hemû birîn û kunêrên bêkêr ji ser xwe avêt, bi helpekîn û nûvejîneke nû tirîjên rojê gihandin hemû çiyan, deşt û bajaran, ji ber şêmûga têkçûnê ber bi pêlên serkeftina Azadiyê ve periya, li Oramar û Zapê bû stranên azadiyê, hêviya bindestan, olan da her derê.
Ne xewnên Sirîlanka, ne sextekarî û takiya sentêza Tirk-îslam, ne fendê rovîyê Pansilvanya, ne artêşa polêsên îmangaz, ne jî qantirên bûnin maşeyê çapemeniya wan, kanî ku pêşî li vê lehiya azadiye bigire, lema bi bêdilî û hêviya dek û dolaban stûyê xwe ji pêvajoya çareseriyê re tewand, lê dît ku barê çareseriyê giran e, qilafetê wê yê qirase vik û vala, kapasîta wê vî barî ranake, lema dekbaz e, fêlbaz e, hîlebaz e, hê jî xewnên destpêka sedsala bîstan dibîne.
Ew lehiya tirîjê rojê ku ji xakê jiyanê dipijiqîne, vê carê jî wek rêzevolkanan li Rojava ne li vi alî ne li wî alî, li ser xeteke serbixwe û azad li cihanê biriqî. Xaka ji dil û kezeba bakur qetandî gavbigav gihand e azadiyê, hêviyeke nû, pêngaveke nû, lê ji hemû pêngavan bihêztir di nava rûpelên Kurdistaneke azad de mor kir, bû tirsek wek rimek nehsed kîlometre, tirsa li ber bayê wê rimê li Çankayayê çik bû.
Enqere wisa ket ku ta çû hêviya xwe bi çeteyên El Qaide yê ji mirovahî derketî û genîbûyî, bi baskê Ergenekona nav hizbûl kontra ve girê da, ku wan ew ji bo vê rojê ji girtîgehê berdabûn, lê nizanin ku wan bi destê xwe tewaneke din ji bo darezandina xwe ya dahatû li dadgeha mirovahiyê wek hefsareke xwînîn avêtiye stûyê xwe.
Dema tankên şêrên Kurdistaniyan YPG berê lûleya xwe ber bi hewa Enqerê bilind kir, bi qirçinî û guminî di nava çewpikên mîlyonan de gîhîşte Kobanî silav da kilêşa Erûhê Tev de bi yek dingî qêriyan: Egîîîiîîît! Guleya te ya tirs ji me tirsand, em gihandin azadiyê.
Kilêşa Eruhê tankên Kobanî
Dagirkerên vexwarina wan ji xwînê, îmana wan ruxandin û sotin, wîjdana wan ji Cengîzxan û ji Kuyucu Mustafa Paşa, sala 1925an em li Amede bi sêpiyan ve daliqandin, Li Dêrsimê gaz avêtin ser zar û zêçên me, tev sotin; li Zîlanê li ber tavê patin, li Agiriyê gora me kolan, bi sîh û sê guleyan tirsa wek mijeke xeniqok daxistibûn ser xaka Kurdistan, bi nû ve zindîkirin. Her bihust xaka me ji me dizîn.