
Piştî Şoreşa Rojava di navbera çeteyên El-Nusra yên êrîşî herêma kurdan dikin û şervanên YPG/YPJ’ê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Bi belgeyan jî hatibû îspatkirin ku dewletên wekî Tirkiye, Erebistana Siûdî û Katar alîkariya çekan û piştgiriya lojîstîkî didin çeteyan. Lê li Tirkiyeyê hikûmeta AKP’ê ku timî vê red jî dike hat diyarkirin ku bajarê Kilîsê ji bo çeteyan buye bazara çekan. Welatiyekî yê nexwest navê xwe aşkera bike diyar kir ku li Kilîsê bi taşeronên ku dewletê wezîfedar kirine sewqîyata çekan tê kirin û çek di nav torbeyên çîmentoyan de di sînor re tên derbaskirin.
Welatî da xuyakirin ku berî niha bi mehekê 850 çekên kalaş di TIR’ekê de li Deriyê Sînor ê Oncupinar de hatine girtin û wiga got: “Sewqiyata çekan ji aliyê malbata K. a xwediyê Şîreketa TIR’an a Ardiçli ku nêzî AKP’ê ne ve tê kirin. Ji bilî wê malbatê kesê bi navê O.U. ê ji gundê Bulamaçli ya Kilîsê ve j îtê kirin. Çekan dibin teslîmî kesê bi navê Muxtar ê ji gundê Yazibagi ya girêdayî bajaroka Cinderes a Efrînê dimîne dikin. Ew jî li çeteyan belav dike.”
Welatiyekî din jî diyar kir ku Kilîs buye bajarekî çeteyan, polîsên sivîl endamên çeteyan wek xizmên xwe didin nîşandan û ji wan re xaniyan kirê dikin. Welatî da xuyakirin ku çete li malên herî luks ên Kilîsê de bi cih bûne û axivî: “Li pişt Jeep’ên wan al û nivîsên El Nusraye hene. Ji bo wan li tevayî pasajên Kilîsê bazarên çekan hatin avakirin. Ez bi xwe bûm şahid. Zilamên ku dewletê ew wezîfedar kirine vî karî dikin. Li pasajan ji çekên wek karnas, kalaş heta gulle û dûrbîn jî tên firotin.”
Der barê sewqiyata çekan de ku tevayî esnafên Kilîsê pê zanin û ji ber vê yekê aciz in, Malbata ku wî karî dikin li hember pirsan bêdeng man.
KILÎS
Li Qamişlo teqîn: 7 kuştî û 22 birîndar
Navenda hêzên rejîmê ya li Qamişloyê doh bû hedefa êrîşeke bombeyî û di encama teqînê de 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn.
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li taxa El-Tey saet di 11.40’î de li dijî navenda Cêş El-Şeebî ya girêdayî rêjîma Baasê êriş pêk hat. Di êrişan de 7 kes hatin kuştin û 22 kesên din jî birîndar bûn. Her wiha hate zanîn birîna hin bîrandaran dijwar e. Çavkaniyan diyar kirin ku 6 kuştî û 18 birîndar ku 3 ji wan birînên wan giran in, li nexweşxaneya El-Wetenî ne. Her wiha kuştiyek û 4 birîndar jî li nexweşxaneya El-Selam in. Kesekî maşinek bombebarkirî diajot û ka li ser barkiribû, saet di 11.40’î de li pêşiya navenda Cêş El-Şeebî ya girêdayî rêjîma Baasê xwe ku bi ‘navenda rûgirtiyan’ tê nas kirin, teqand. Di encamê navend hate rûxandin û gelek ziyanên madî gihîşte xaniyên welatiyên taxê. Piştî ku teqîn pêk hat hêzên rêjîmê hemû rêyên devera teqînê girtin. Navenda Cêş El-Şeebî girêdayî rêjîma Baasê ye, kesên li vir dixebitin jî, piştgiriya rêjîma Baasê bi pereyan dikin.
ANHA/QAMIŞLO