BERHEM LETÎF / ROJNEWS/ SILÊMANÎ
Çavdêrên siyasî yên Başûrê Kurdistanê der barê bandora grevên birçîbûnê û girîngiya rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de peyivîn. Çavdêrên siyasî diyar kir ku ji bo pêvajoyeke aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê des pê bike, divê AKP û dewleta Tirk siyaseta xwe biguherin û rê li ber hevdîtinên bi Ocalan re vekin.
Ocalan planên wan xira kirin
Çavdêrê siyasî Rêkewt Îsmaîl bal kişand ser bandora çalakiyên greva birçîbûnê û got, “Li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt xwedî derketineke mezin ji bo Ocalan heye. Bi vê yekê re jî isbat bû ku birêz Ocalan dikare di zindanê de jî, planên AKP û MHP’ê xira bike û serketinê bi dest bixe. Niha em dikarin bibêjin, birêz Ocalan û gelê Kurd bi ser ketin. Heger AKP û dewleta Tirk kar li ser mantiqekî siyasî bikin, divê vegerin projeya aştiyê. Ji ber ku birêz Ocalan jî di nameya xwe de gotiye ‘Tekane rêya çareserkirina pirsgirêkan, pêvajoya aştiyê ye.”
Li dora Berxwedanê kom bûn
Çavdêrekî din ê siyasî, Hawrê Pena jî li ser heman mijarê got; “Çalakiyên greva biçîbûnê xebateke medenî bû û her çar parçeyên Kurdistanê li hev kom kirin. Ne tenê gelê Kurd, neteweyên cuda jî piştgirî dan çalakiyan û tevlî bûn. Vê yekê zexteke mezin li ser dewleta Tirk çêkir. Ev serketin bê gûman serketina berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bû. Vê berxwedana mezin kir ku tecrîda li ser Ocalan piştî 8 salan were şikandin û li gel perêzerên xwe hevîdîtinê bike.”