Destana Mem û Zînê piştî 5 salan ji aliyê Şanoya Bajêr ve li Galeryayê hat nîşandan. Xelkê Amedê jî hola şanoyê mişt tijî kir.

Ehmedê Xanî berhema xwe sala 1692’an nivîsiye, û piştî wê bi piştî bi 342 salan, sala 2014´an bi derhêneriya Ruknetin Gur weke şano hat amadekirin û li Qonaxa Cemîl Paşa hate nîşandan. Piştî vê bi 5 salan Şanoya Bajêr a Amedê li hola li Galeryayê şano careke din nîşan da. Bi sedan kesî hol mişt tije kir. Van temaşevanan performnsa şanoyî jî pirr eciband û ev yek bi çepikên xwe li dawiya performansê nîşan da.

Temaşevanan hêz da wan

Aktrîst û stranbêj Gulseven Meder a ku rola Zînê dikir, piştî performansa xwe ji me re peyivî û wiha got; “Destana Mem û Zînê di warê çandî, dîrokî û sosyolojîk de Kurdan şirove dike û ji ber wê yekê ji bo ronîkirina paşerojê mifteyek e. Bi teybetî jî dixwazim diyar bikim ku destan jinê û statuya jinê ya di civakê de jî şirove dike. Bi destaneke tijî xem re, em jiyana jinan jî fêr dibin.”

Gulseven wekî din diyar kir ku coşa temaşevanan hêz daye wê û ew hestewar kiriye: “Dil dixwest ku li Qonaxa Cemî Paşa em bihatana gel hev, lê destûr nehat dayîn, em ê teqez careke din li wir werin bên gel hev.”

Endama Şanoya Bajêr, Rezan Kaya jî rola Stiyê dikir, got, “Qonaxa Cemîl Paşa di alîyê dîmen de gelek baş bû, me dikarîbû hestên destanê hinekî jî be bidin hîskirin. Ji ber ku mekan û lîstikê hev temam dikir. Li rexmî hemû zor û zahmetiyan jî me lîstika xwe nîşan da.”

‘Lîstik serketî bû’

Temaşevan Esengul Kiliç jî bal kişand ser wate û girîngîya lîstikê û got, “Şanoyên bi vî awayî dîrokî û civaka kurdan vedibêjin, divê hertim bê navber werin pêşkêşkirin. Li hember asîmlasyona li dijî Kurdan, divê em destevala nebin. Lîstik bi her awayî serketî bû. Li şûna ku xelk li dîzî û programên pûç temaşe bike, divê werin li lîstikên bi vî rengî temaşe û guhdarî bikin. Destana ku cihekî mezin di nava dîrokê de girtiye bi şanoyê re hatiye gel hev. Me bi kêf û coşeke mezin li lîstikê temaşe kir.”

Temaşevan Robar Gungor jî got; “Min beriya 5 salan li Qonaxa Cemîl paşa temaşe kiribû lê mixabin îro nikaribûn dûbare li wir pêşkêş bikira. Qeyûm bi awayeke eşkere derb e li dijî çand û hunerê.”

 

MA/AMED