Gorî min sedema yekemîn ewe ku, her du alî jî ji aşitiyê heman tişt fêhm nakin. Ji ber vê jî, heya niha armanca tekoşîna Kurd ji bo rayedarên Tirk werin ser masê aşitiyê bûn, lê îro pêva hewcetî ya tekoşîneke mezin heye ku feraset û hişmendiyên rayedarên Tirk jî were astekî, hişmendiya wan nêzî hişmendiya aşitiyê rastî be, ew bi xwe ye.
Ji ber ku, têgihîştina rayedarên Tirk ya ji aşitiyê “têk çûn an jî serda hatin” e. Yanî hê jî rayedarên Tirk dixwaze Kurd ji armanca xwe poşman bike, dixwaze Kurd ji tekoşîna azadiyê veqetîne, dixwaze hema dewlet çi maf da, bila Kurd bi dayîna van mafan razî be û ji dewletê lêborîna xwe ya 40 salî bixwaze. Ber vê jî, em dikarin bêjin hişmendiya Tirk, hê jî hişmendiyeke serdestî ye. Fikr û ramanên rayedarên Tirk, hê îradeya Kurd, azadixwazî ya Kurd, pêşniyarên Kurd fêhm nekiriye. Ji bo têgihandina van yekan jî barê tekoşînê disa li ser milê Kurdan e.
Ji ber ku Kurd jiyaneke serbixwe dixwazin, lê ne tenê ji bo gelê Kurd.
Kurd jiyaneke azad û civakeke komunal dixwazin, lê ne tenê ji bo gelê Kurd.
Kurd di nava civakê de dixwajin rola jinan li pêş be, lê ne tenê ji bo gelê Kurd û ji bo jinên Kurd.
Daxwaziya Kurdan bi têgihîştineke azad, bi ilmeke azad, bi hunereke azad, bi civakeke azad re jiyan e, lê ew civak ne tenê civakê Kurd e.
Kurd ji mafên mirovan re rêzgirtin, ji mafên jin, xweza, zarok, karker, ekaliyet û yên ku hêz û derfetên xwe ji bo parastina asayî nînin ji bo mafa wan hemû beşan re rêzgirtin û mîsogeriya wan mafan danîn e, lê ne tenê di nava civaka Kurdan de, ne tenê ji bo gelê Kurd.
Her çiqasî îro em bêjin vebûna dêriya aşitiyê gorî demên borî hê hêviyeke xurt dide me jî, ev rastiyek be jî, hewceye em bizanibin ku di xala ku me li jor qal kir de xwesteka tevgerê Kurd û hişmendiya rayedarên Tirk hê ne nêzîkî hev in. Fêhmkirina wan ji azadiyê ne heman tişt e, ji civakê heman tişt fêhm nakin, ji dewletê bi heman şêwaz mêzenakin, ji bo pêşerojê ne xwedî heman hêviyê ne.
Va hefteyê borî, li ser rojname û ekranên televizyonan bi van nîqaşan derbas bû. Hin rojnameger û rewşenbirên Tirk, ji bo nêrîna Öcalan ya aşitiyê, ji hev ketin. Hin rojnameger, ji bo ku nêrîna Ocalan were zelalkirin pê Sabahat Tuncel û hin kesên din ya ku nêzî birdozi ya tevgerê azadiyê ne hevpêyvin çêkirin. Sabahat Tuncel qala “civaka bêdewlet” û “xweseriya demoqratîk” kir û vaye çend roj e, hin kesên rojnameger û aqademîsyen, van gotinan wek “Ocalan ji her tiştî paşve gav diavêje” şîrove kirin.
Va hefteke ez van nivîsan dixwînim û li nîqaşên wisa dibihîsim, xwe bi xwe wiha dibêjim; “heyran heya ku hûn naveroka tekoşîna tevgerê Kurd fêhm bikin, hê pêdiviya we ya xwarina çend hincan nan heye.”
Kîlok tirî, nanekî tomarî
Berî vê bûyerên dawiyê çend car, di navbera hikumata Tirk û rêvebertî ya gelê Kurd de çend gotûbêjî ya aşitiyê hatin rojevê û heman lezgînî ve jî ji rojevê derketin. Di wan deman da çend car dêrî ya aşitiyê bi gotinên hêvî ya aşitiyê re vebûn, belavî civakê bûn, lê ne zêde, hê ku axaftinên esasî dest pê nekirî bûn ew dêrî hatin girtin. Ji ber vê yekê, îcar jî hêvî hene lê, ji bo provakasyon û paşve zivirîn jî gelek hêstên hesas li ser pî ne. Gelo sedema vê yekê çiye?