12'emîn rûniştina 5 jê girtî 14 kesan îro li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Di rûniştina ku bersûcên girtî Mehmet Şîrîn Balli, Selamet Akyuz, İlyas Saglam, Ridvan Aslan û parêzerên wan amadebû, Dozgerê Komarê Mustafa Baklaci derbarî bersûcan mutala xwe ya dawî xwend. Dozger Baklaci ji bo Ahmet Sormaz, Nesrî Kılıç û Rifat Başalak ku derbarî wan de bi angaşta "Ligel ne endamê rêxistinê be jî li ser navê rêxistine sûc kiriye" û "Propagandaya rêxistinê kirine" beraet xwest.
Di mutalaya dozger de cezayê herî balkêş ji bo Ridvan Aslan û Mehmet Şîrîn Bagli ji ber ku li Pîrozbahiyên Newroza Êlihê ku di 20'ê Adarê 2009'an hatibû lidarxistin de kincên neteweyî li xwe kirine, hatiye xwestin. Dozger angaşt dike ku kincên li herêmê wekî 'Leşkerî' tê binav kirin, ji aliyê endamên rêxistinê ve tê lixwekirin û ji bo vê yekî angaşt dike ku Aslan û Bagli bi lixwekirina kincên leşkerî propagandaya rêxistinê kiriye û divê were cezakirin. Dozger di mutalaya xwe de jî wekî delîl belge û agahiyên ku li ser û malên bersûcan hatine girtin û piraniya wan belge û agahiyên derbarî hilbijartinên BDP'ê û fealiyetên şaredariyên BDP'î ye.  


METÎN ÎNAN - DÎHA/AMED