Komîteya Tev-Çandê ya PKK’ê dengbêj Seyidxanê Boyaxçî bi bîr anî û got, “Bi stranên xwe dengbêjî bi ciwanan û nifşên nû da hezkirin û ji bo ku dengbêjên ciwan bi pêş bikevin jî bû xwedî kedeke mezin.” Komîteya Tev-Çandê ya PKK’ê bi peyameke nivîskî dengbêj Seyidxanê Boyaxçî bi bîr anî û got: “Bi çûna ber dilovaniya xwedê, em û guhdar, hezkiriyên xwe hemû xemgîn kirin. Bila ruhê xwe şad, cîhê xwe bihûşt be." PKK´ê Seyidxan Boyaxçî weke "dengbêjê nemir" bi nav kir û got, "Bi kilam û stranên xwe tenê li çanda xwe xwedî derneket, di heman demê de ji bo ku çand û hunerê gelê Kurd mayînde bibe, bigihêje nifşên bi dehan salan, hewl da, kar û xebateke mezin meşand." Wî timî kilam gotin PKK´ê meziyetên dengbêjiyê bi bîr xistin û got, "Rêka dengbêjên nemir di rêka mal û milkê dinê re derbas nabe, di rêka manewî, di rêka ruhê gel re derbas dibe, bi temamî li gor karektera dengbejiyê, li gor awazên di dengbêjiya xwe de tînin ziman, dijîn. Seyidxanê Boyaxçî jî ji vê pîvanê dûr neket, heya dawiya emrê xwe bi heman şêwazê jiya. Heya roja ku here ber dilovaniya xwedê jî bi dengê xwe yê zelal stran û kilamên xwe yên ku her dem di guhên me de olan bidin, stra û qîr kire wan." PKK´ê bi îhtîmam keda wê ya bi dehên salan bi bîr xist û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Bi stranên xwe dengbêjî bi ciwanan û nifşê nû da hezkirin û ji bo ku dengbêjên ciwan bi pêş bikevin jî bû xwedî kedeke mezin. Dîmenên wî yên bi zarokekî 12-13 salî re, li hevşa Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle-Firatê wê qet neyê jibîrkirin, wê di mêjiyê gelê me de her zindî bimîne. Bila serê gelê Kurd sax be, bila cihê te di nav stranên dengbêjiyê de be, bila cihê te bihûşt be.”

Gula Mala Dengbêjan

Tevgera Çandê ya Demokratîk a Ewrûpayê (TEV-ÇAND) jî bi daxuyaniyekê Seyidxanê Boyaxcî bi bîr anî, got, bilbilê Amedê, nirxê çand û hunerê gelê Kurd. TEV-ÇAND'ê got, "[Seyidxanê Boyaxçî] bi stran û dengbêjiya xwe cihê xwe di dilê hemû Kurdan neqişand. 'Gula Mala Dengbêjan' demên dirêj reng veda li kolanên dîrokî yên Sûr a Amedê û kilam ji Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê re ku lê dibûn mêvan, gotin. Beriya wê jî di salên kedkarî û karkeriya xwe de, di nav gel de bi dengê xwe hate naskirin û hezkirin; û bû xwedî roleke girîng di parastina çand, kelepûr û zimanê Kurdî de." NAVENDA NÛÇEYAN