Pisporên Tirk ên ku aqil didin Hikûmeta AKP’ê, anîn ziman ku polîtîkayên AKP’ê yên zêdekirina ewlehiyê rastin û ji AKP’ê xwestin polîtîkayên vekirin û parçekirinê bi hevre bimeşine. Polîtîkayên salên 1990’î ku demekê ji bo mirovên herêmê bibûn salên îşkence, kuştin û windakirinê bi polîtîkayên AKP’ê re dîsa bi ruh dibin. AKP hewl dide ku dîsa 15 hezar Polîsên Tevgera Taybet li bakurê Kurdistanê bi cih bike û polîtîkayên wê demê kuştin, girtin û îşkence pêş dixist ji nûve têxe meriyetê.

Artêşek taybet tê avakirin
AKP ku di 9 salan de li hemberî PKK’ê bi ser neket, niha serî li rê û rêbazên berê dide. AKP li şûna ku destê ji polîtîkayên berê derxe û rê û rêbazek nû hilbijêre, dîsa serî li polîtîkayên ku derî li kuştin, îşkence, windakirin û aloziyê vedike dide. Ji ber ku PKK bi rêbazên leşkerî nehat qedandin, AKP TSK’ê sûcdar dibîne û dê li şûna artêşa niha artêşek taybet ava bike.

Operasyonên KCK’ê dîsa li ber derî ne

Derdorên Hikûmetê diyar dikin ku, „Burokrasiya Ewlehiyê ji nûve tê sazkirin“ û piştgiriyê didin hewldanên AKP’ê yê artêşa taybet û ewlehiyê. Her çend gelek demorat û rewşenbir li hemberî vê hewldana AKP’ê derdikevin jî hin alî piştgirî didin polîtîkayên AKP’ê û dixwazin ji bo tasfiyekirina PKK’ê operasyonên li dijî KCK’ê jî berdewam bikin.

DÎHA/ENQERE




Aqilmendên AKP’ê li pey konsepta tasfiyeyê ne

Hate zanîn ku Navenda Lêkolîna Stratejik a Avrasyayê (ASAM) û Saziya Lêkolîna Sitratejiya Navneteweyî (USAK), li ser pratîka şer a 30 salan û şerê bi qedandina PKK’ê re lêkolînê xwe bi raya giştî re parve kir. Nûner û rayedarên ASAM û USAK’ê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin polîtîkayên AKP’ê û divê AKP li aliyekî polîtîkayên vekirina demokratîk pêş bixe û li aliyê din li dijî PKK’ê polîtîkayên tasfiyekirin û parçekirinê pêş bixe.
Şêwirmendê Serokê USAK’ê Îhsan Bal Mehmet Yegîn, diyar kir ku ew piştgiriyê didin konsepta AKP’ê ya nû u xwest bi hêzek mezin bi PKK’ê re têkoşînê bide. Yekîn, parast ku ji bo Tirkiye pêş bikeve divê girîngiyê bide hêza ewlehiyê û li dijî PKK’ê polîtîkayên tasfiye û parçekirinê pêş bixe. Yegîn xwest ku hêza PKK’ê bê şikandin û ê parçekirin.




Hewariyê Gulen şer îlan kir

Piştî şerê li Farqînê, gotûbêjin ‘Bila polîs û tîmên taybet jî li dijî PKK’ê bêne bikaranîn’ hatin destpêkirin. Bi vî awayî ev yek tê wê wateyê ku wê Tirkiye dîsa vebigere salên 1990’î ku di wê demê de bi hezaran gundên Kurdan hatibûn şewitandin. Di vê mijarê de piştigiriya yekem a ji bo Hikûmeta AKP’ê ji Cemeata Gulen hat. Huseyîn Gulerce nêrînên Cemeatê yên derbarê vê mijarê de bi awayeke zelal vegot. Gulerce diyar kir ku di tekoşîna li dijî PKK û tevgera Kurd de demek nû dest pê kir û wiha doman; “Di tekoşîna li dijî terorê de demek nû dest pê kiriye. Wê Tirkiyeya nû vê carê pişta terorê bişkîne. Wê vê carê raye, berpirsyartî, destpêşxerî (înîsiyatîf) di destê Hikûmeta sivîl de be.”
Cemeata Gulen di salên 1990’î de jî, di şerê li dijî Kurdan de piştgiriyeke xurt dabû Hikûmeta Tansû Çîllerê. Piştî ku Çîller bû seroka DYP’ê têkiliya xwe bi Fethullah Gulen re xurt kir. Tansû Çîller ji bo “pêşnûmeya zagona li dijî terorê” piştgirî ji Gulen xwest û ev hevdîtin ket rojeva çapemeniyê jî. Gulen her roj derket ser televîzyonan. Yekemîn hevpeyvîna Gulen di TRT’ê de hatibû weşandin. 
Cemeatê ji bo derbeya 12’ê Îlonê jî gotibû; “Leşker tam di demê xwe de gihişt”, niha jî dibêje “Wê her kes bibîne ka wê polîs û tîmên taybet çi bikin”. Hewariyê Gulen, Huseyîn Gulerce dibêje; “Wê her kes bibîne ka wê bi xebata hevpar a polîs cendirme, yekîneyên taybet ên leşkerî ên di bin çavdêriya vîna sivîl de bikaribe çi bike” û dibêje ku wê pirsgirêka Kurd ne bi aşitî û diyalogê, wê bi şer were çareserkirin. Nivîskarê rojnameya Zamanê Fehmî Korû jî çend roj berê di nivîsa xwe de boriya bi xwîn a Pilingên Tamîlê yên Srî Lankayê bi bîr anî bû.
Cemeata Gulen a mîmarê operasyonên KCK’ê ne, bi hêza polîsan a vegeriya ‘Hêzên Çekdarî’ di şerê çekdarî de rol û mîsyon bigirin.

ANF