ROZE MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ


Li Silêmanî bi navê ‘li pey aştiyê geran’ semînereke helbestan hate lidarxistin.  Pêr êvarê, Dezgehê Rewşenbîrî yê Cemal Îrfan li bajarê Silêmanî ji bo helbestvan Letîf Helmet, Qadir Serçinar, Karwan Omer û Merîwan Qeredaxî semînereke helbestan bi rê ve bir.

Helbestvan Letîf Helmet têkildarî armanca semînerê got; “Di semînereke wiha ya helbestan de dildarên peyvên ciwan kom dibin. Çawan ku di civîn an çalakiyekê de gel li bazar an cihên cûda bi xwe kom dibin.” Letîf Helmet lome kirin ku Kurd elaqeyê nîşanî çalakiyên wêjeyî nadin û got; “Mixabin Kurdan giringî nedaye semînerên wiha. Ev jî sedema xwe ji siyaseta paşketî ya desthilata niha tê. Ev ne bi siyasetê dizanin û ne bi huner dizanin. Salên bihurî, heftane semînerên wiha yên helbestan hebûn, niha nînin.”