Rêveberê Polîsên Koyê Şoreş Kake der barê teqîna li baregeha Partiya Demokrata Kurdistana-Îranê (PDK-Î)  de ragihand ku lêkolîna li ser teqîna Koyê berdewam e, lê heya niha ti encamek bi dest ne ketiye. Her wiha Endamê Polîtburoya PDK-Î Kemal Kerîmî da zanîn ku di pişt wan êrîşên hovane de ti guman nîne dewleta Îranê heye û ev ê di demeke nêz de agahiyên di dest de ragihînin ji raya giştî re.  

Di şahiya şeva salê ya herî dirêj, du teqîn li ber buroya PDK-Î a li navçeya Koyê ya ser bi Hewlêrê pêk hatin. Di encamê de 2 karmendên polîtburoyê û 6 pêşmergeyên PDK-Î jiyana xwe ji dest dan.

Têkildarî bûyerê Rêveberê Polîsên Koyê Şoreş Kake ji ROJNEWS´ê re ragihand ku lêkolîna li ser teqîna Koyê hîna berdewam e û got ku heya niha ti encamek bi dest neketiye.

Her wiha Şoreş Kake got: “ Mixabin hejmara qurbaniyan zêde bûye, endamek din yê asayişê ku birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.”

 Kemal Kerîmî: Berpirs Îran e

Endamê Polîtburoya PDK-Î têkildarî teqîna li ber navenda Partiya wan hatî kirin, ragihand ku ti gumanên wan nîne ku ev kiryarên terorîstane, ji aliyê Komara Îslamî ve hatine kirin û got ku ewê di demek nêzîk de kesên ev êrîş kirine eşkere bikin û ji raya giştî re ragihînin. 

Têkildarî wê Endamê Polîtburoya PDK-Î  Kemal Kerîmî ragihand şêwaza êrîşê dide diyar kirin ku ev êrîşa terorîstane li hember wan bû û roja ji dayikbûna Dr. Ebdûrehman Qasimlo de. 

Berê jî Îranê gef xwaribû

Endamê Polîtburoya PDK-Î Kemal Kerîmî  da diyar kirin ku ew piştrast in ku ew karê Komara Îslamiya Îranê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû çapemenî û  raya giştî ji bihara îsal agahdar e. Fermandarên Pasdaran, Hêza Besîc û Berpirsên  Hikûmeta îranê gelek gef  li partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwaribû. Bi taybet  baregehên  Partiya Demokrata Kurdistana Îranê bi eşkere kiribûn armanc.”

Her wiha Kemal Kerîmî niha ji ee di nav lêkolînê de ne, ewê  di demek nizîk de kesên ev êrîş kirine eşkere bikin û ji raya giştî re ragihînin.


HANA AZAD / ROJNEWS / KOYE