Bi navê “Siyeru’l-Ekrad” Weşanên Peywendê  pirtûkek çap kir û weşand. Ev kitêba hanê,  Abduklakir b. Rustem el-Babanî sala 1870´yî bi Farisî nivîsandiye. Veysel Başçi û Eral Ceylan kitêb wergerandin Tirkî û ji bo çapê jî amade kirin. Kitêb qala dîroka Baban û Erdelan a di navbera salên 1523-1870´yî dike.

Nivîskarê wê Abdulkadîr Baban di sedsala 19’an de jiyaye. Amadekarên kitêbê texmîn dikin ku ew di sala 1832 an 33’yan de hatiye dinê û îhtîmala bajarê lê hatiye dinê jî Silêmanî be. Ew dibêjin îhtîmal, ji ber ku di kitêbê de û wekî din ti agahiya li ser nivîskar nîne. Bi qasî tê zanîn, nivîskar endamekî malbata Babanan e û li ser dîroka vê mîrekiyê dinivîse. Armanca Abdulkadîr Babanî ew e ku dîroka Kurdan binivîse, lê tenê kezsa xwe lêaniye ku beşek ji serdema mîrektiya Baban û Erdelanê binivîse. Jixwe, heta niha gelek berhemên hene li ser beş bi beşên dîroka Kurdan in ku wê serdemê ronî dikin. Ev pirtûka ku niha ji aliyê Başçi û Ceylan ve ji bo çapê hatiye amadekirin jî wê serdemê ronî dike. Di kitêbê de agahiyên li ser Baban û Erdelan ên neqebeke 350 salan cihê xwe digirin. Nivîskar qala erdnîgariyê dike, behsa têkoşîna desthilatdariya navxweyî û têkiliyên li gel Osmanî û Îranê dike û gava vê dike jî bi xeta dîrokê daketiye. Kitêba “Siyeru’lu-Ekrad” agahiyên girîng ên serdemeke Kurdan, desthilatdariya wan a wê erdnîgariyê pêşkêş dike.

 

AMED