Derhênerê filmên wekî “Ba wê me bi xwe re bibin”, “Di bin darên zeytunan de”, “Tehma gilyazê”, “Şîrîn” û gelek fîlmên din, Abbas Kiyarûstemî pêr li Enqerê bû. 

Pêşengeh bi kurtefîlmekî Kîarostamî yê li ser “Rê” dest pê kir. Di derbarê kurtefîlma xwe de Abbas Kiyarûstemî got: “Ew kurtefîlma ku we temaşe kir bi ya min divê pirsên di serê we de hene zelal kiribin. Rê, li ba min her tim balkêş bûn û berf; piraniya wêneyan jî li ser vê têkiliyê ne, rê ne tenê ji cihekî bo cihekî sefereke, di edebiyata Îranê de jî gelek helbestvan li ser vê yekê rawestiyan e. Min di wêneyan de jî xwest vê nîşan bidim.”

Piştî hevpeyvînê beşdar li pêşengehê geriyan û li wêneyên sînematogirafîk ên hunermend  mêze kirin.  

Di pêşangehê de 43 wêne tên pêşandin û ji bilî wêneyan hinek kurtevîdyoyên hunermend jî dê werin pêşkêşkirin. Her wiha heta 10’ê Nîsanê hunerhêz dikarin serdana pêşengeha li Cermoderna li Enqerê bikin.


 ENQERE