´AKP mijulkirinê dimeşîne´
KJB’ê li dijî van pêkanînên zîhniyeta mêtînger, çalakiya greva birçêbûnê ya bi pêşengiya parlamenterên HDP’ê hatî destpêkirin hat bibîrxistin û banga çalakiyê li gel hate kirin. Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku tevgera azadiyê bi deklerasyona ku di Newrozê de hat eşkere kirin ev 10 mehin pêvajoya çareseriyê dimeşîne, lê mixabin AKP’ê tu gav neavêtine. KJB’ê wiha berdewam kir; “AKP ji bo hilbijartinan qezenc bike siyaseta mijulkirinê didomîne û di siyaseta înkarê de israr dike. Girtin, binçavkirin û serdegirtin didomin. Dewleta tirk li Geverê ruyê xwe yê kujer careke din nîşan da. Li dijî gelê me yê Geverê ku êrîşa dijî gorên gerîla protesto dikirin, êrîş pêk anîn. Li Kurdistanê dewleta serdest her tim teror meşandiye. Bi hezaran kes qetilkirin, gund şewitandin, kuştinên kiyarnediyar pêk anîn. Pêkanînên dij mirovane rewa dîtin.
´Dadgeriyek cihêkar´
KJB destnîşandike ku bernedana parlamenteran berdewama pêkanînên ku bi salan berdewam kiriye ye û AKP di çarçoveya hiqûqa înkar û îmhayê de li Kurdistanê zimanekî cuda, li derveyê welat zimanekî cuda, li hemberî rayagiştî zimanekî cuda bikartîne.
Di daxuyaniyê de neberdana parlamenteran wekî êrîşeke li dijî îradeya gelê kurd hat binavkirin û wiha hat gotin; "Tê wateya tunehesibandinê û nenasikirinê. Ev rewş jî bi awaykî cidî pêvajoya çareseriyê ya ku serokatiya me daye destpêkirin tehdîd dike. Bi van êrîş û polîtîkayan neçareseriyê ferz dikin. Em bang li hemû demokrast û dostên kurdan dikin bila piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya parlamenteran."
ANF/BEHDİNAN