DÎCLE EHMED/ZANA SÎDÎ / ANHA/KOBANÊ
Dengbêj Kewser Seydî bi salan e li Kobanê di civatan de dengbêjiyê dike û diyar dike ku kilamên Kurdî hestên mirov ên civakî û neteweyî dilivînin.
Bi dehan hunermendên Kurd ên ji Kobanê mîna Baqî Xido, Micoyê Bekeborî, Bozan Ehmed û Mamed Kaşo çîrokên lehengên Kurdan yan jî evîndaran gotin û stran. Hîna jî dema mirov li kolanên bajarê Kobanê digere, mirov dengê wan hunermendan dibihîze.
Li Kobanê jina bi navê Kewser Seydî ji 20 salan zêdetir e stran û kilaman dibêje û dibêje: “Kilamên kevnar ên Kurdî hestên mirovan ên civakî û neteweyî dilivînin.”
Kewser Seydî di van salên dawî de stranên bi Kurdî li civatên jinan jî dibêje û lehengiya şervanên Kurd ên li Rojava li ber xwe dane, serpêhatiyên gel û êrişên li dijî herêmên Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê, komkujiya DAIŞ`ê ya li dijî gelê Kobanê îfade dike.