Çîroka ku hatiye wergerandin ji alîyê Bihar Mirad ve, wekî yekê ji çîrokên herî navdar ên wêjeya klasîk a zarokan tê dîtin.
Weşanxaneya Lîsê her weha çîrok bi dengê Sîmav Hesen tomar kiriye da ku bêhtir nêzî gîyanê zarokên Kurd be û xwendina çîrokê ji alîyê dê û bavan ve hêsantir bike.
Çîroka ku mohra xwe li tevahîya wêjeya klasîk a zarokan daye, hatiye wergerandin bo piranîya zimanên cîhanê û bûye mijara bi dehan film û lîstikan. “Berfînxan û Her Heft Bejnbihost” bi Kurdîyeke kubar û rewan li ber destên zarokên me yên şîrîn û delal e. 


 AMED