Peyama KNK'ê bi vî rengî ye: "Nexweşiya Serokkomarê Iraqê û sekereterê giştî yê YNK’ê Birêz Celal Talabanî em jî, gelê Kurd jî xemgîn kir. Birêz Celal Talabanî, di têkoşîna azadiya gelê Kurd de, wek leheng û serokekî Kurd roleke dîrokî lîstiye. Piştî serokkomartiya Iraqê jî, dinavbera gelê Kurd, gelê ereb û gelê din yên li Iraqê de, rola pira aştî û dilsoziya biratiyê lîst. Birêz Celal Talabanî di siyaseta Rojhilata Navîn û cîhanê de jî, bi renginiya xwe, bi cûdatiya xwe ya erênî û xweşbînî cihekî xwe çêkiriye. Bi vê mebestê em weke KNK’ê ji birêz Celal Talabanî re şifayê dixwazin û hêvî dikin ku rojekê berî rojekê baş bibe û vegerê ser kar û xebatên xwe."


BRUKSEL




Ji PJAK'ê peyam


Serokê Giştî yê Partiya Jiyana Azad Kurdistanê (PJAK) Ebdulrehman Hacî Ehmedî ji ber nexweşiya Sekreterê Giştî yê YNK’ê û Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî peyamek weşand û xwest demek berî demekê baş bibe.
Serokê PJAK’ê Ebdulrehman Hacî Ehmedî bi peyamekê xwest Serokkomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê demek berî demekê baş bibe û careke din vegere ser peywir û karê xwe. Hacî Ehmedî her wiha hêvî kir ku Talabanî caerke din bigihe tendurisitya xwe û ji bo pirsgirêka Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê bi rêyên aşitiyane çareser bibe rol werbigire.




Kaplan hate serdana Talabanî


Parlamenterê Şirnexê yê BDP'ê Hasip Kaplan ji bo serokkomarê Iraqê Celal Talabanî ziyaret bike doh hate peytextê Almanya Berlînê. Lê belê ji ber ku Talabanî hê di bin kontrola bijîşkan de ye, Kaplan nekarî yekser wî ziyaret bike.
Parlamenterê BDP'ê li ser vê yekê ji malbata Talabanî û reyedarên YNK'ê re peyama şifa xwestinê da. Herwiha Kaplan derbarê serdana xwe vê daxuyaniyê da: "Jixwe berî ez werim jî min dizanîbû ku em nikarin yekser birêz Talabanî bibînin. Lê belê me dîsa xwest peyamên xwe li vir bidin. Ez hêvî dikim ku Talabanî zû baş bibe û vegere ser kar û xebatên xwe. Dûayên me bi wî re ne."
Talabanî ev çen roj in li nexweşxaneya Alman a navdar Charité'yê tê darman kirin. Hin çavkaniyên YNKê li ser rewşa wî doh vê agahiyê dabûn: "Bi aweyekî berbiçav di rewşa wî de çakbûnek heye. Herwiha êdî hindik be jî dikare dest û devê xwe bixebitîne."