
“Îro roja 42’emîn e. Bedena mirovan, êdî hinek amur û alavên bedena xwe winda dike. Di nava çalekgeran de nexweşiyên ku têkçûna amûr û alavên bedena mirovan destnîşan dikin dest pê kiriye.”
KNK’ê got; “Dewleta AKP’ê, tevahiya Kurdistanê kiriye zindanek servekirî. Bi hezaran siyasetmedarên Kurd, ciwan, jin, zarok, parlamenter, şaredar, parêzer, rojnamevanên Kurd, bi awayekî antî-huquqî girtin û avêtin zindanan. Zext û zora li derve li zindanan jî domand. Tecrîd, eşkence, qedexe her cûre kiryarên antî huquqî, antî mirovahî û antî exlakî xistin pratîkê. Tecrîda ku bûye bingeha şerê giştî ya li dijî Birêz Abdullah Ocalan gihiştiye qonaxa tunekirin û ji holê rakirina li demê belakirî. Dewleta AKPê, dengê gelê Kurd, dengê îradeya gelê Kurd nekir û şiyar kirinên gelê Kurd nebihîstin. Daxwazên gelê Kurd jî bi operasyon û kuştinan bersiv dide. Di her halûkarî de, siyaseta inkar û tunekirinê, qirkirinên fizîkî û çandî, asimilayson û lîstikên birakujiyê kirin pratîkê. Gelê Kurd jî li hemberî şerê giştî mecbur e xwe di asta berxwedana rewa de biparêze.”
Gelê Kurd jî, di çarçoveya bikaranîna mafên demokratîk de, bi sazî û dezgehên civakî ve, bi eniya siyasî û koma BDPê û parlamenteran ve, li welat û derveyî welat, dewleta AKPê, raya giştî ya Tirkiyeyê şiyar dikin û balê dikişînin ser rewşa metirsînî.”
KNK’ê destnîşan kir ku li Ewropa jî, bi heman rengî sazî û dezgehên pêwendîdar û raya giştî ya Ewropa têne şiyarkirin û got; “Mixabin dewleta AKPê, raya giştî ya Tirkiyeyê, dewletên Ewropa, sazî û dezgehên pêwendîdar yên Ewropa teva, li hemberî vê rewşa metirsînî xemsar in û bêdeng in. Ev xemsarî û bêdengî, dikare bibe sedema mirinek komî. Bêdengî û xemsariya li hemberî kiryarek wiha sucê mirovahiyê ye û webalê wê jî giran e. “
Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyîya Kurdistanê (KNK) got; “Daxwazên girtiyên Kurd maqul in û di çareser kirina pirsgirêka Kurd de qonaxek e. Lê dewleta AKPê, helwesta xwe ya faşîzan naguhere û dixwaze siyaseta mijulkirin û tesfiyekirinê bidomîne. Balkêş e ku dewletên Ewropa jî, dibine hevkarên kiryarên antî mirovahî, antî huquqî. Ji aliyê din ve, dewleta AKPê, ji bedêla daxwazên girtiyan li ber çavan bigire, çalekgeran êşkence dike û di hucreyên yek kesî de bi cih dike.
Em weke KNKe, dewleta AKPê ku li dijî gelê Kurd siyaseta engizisyonê kiriye partîkê, bi tundî şermezar dikin û careke din dewleta AKPê şiyar dikin ku, ji her bûyera naxoş ew berpirsiyar in. Daxwazên girtiyên Kurd, maqul in û daxwazên tevahiya gelê Kurd in, pêwiste li ber çavan werin girtin û gavên dilsozî werin avêtin. Gavavêtinên dilsozî jî, wê rê li ber aştiyek mayînde û çareseriya demokratîk veke. Vajî vê, her kiryar û hewldnaên AKPê, wê bibin sedema ku gelê Kurd, lêgerînên cûda bike pratîkê. “
'Ligel girtiyan cihê xwe bigirin'
KNK’ê ev bang kir; “Em weke KNKê, bang li dewletên Ewropa, sazî û dezgehên sifîl û demokratîk yên pêwendîdar teva dikin, pêwiste li hemberî qonaxa metirsinî ya greva birçîbûna girtiyên Kurd bêdeng nemînin, binbarî û berpirsiyariyên xwe bînin cih. Em bang li tevahiya Kurdistaniyan dikin ku, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, em bang li entelektuelên Kurd teva dikin di vê qonaxa dîrokî de, li her qada jiyanê piştgiriyê bidin girtiyan û li dijî dewleta AKPê, di rengekî rêxistinî û dilsoziyek neteweyî dengê xwe bilind bikin. Daxwazên girtiyên azadiyê, daxwaza tevahiya gelê Kurd in. Pêwiste her Kurd, her sazî û dezgehên Kurd ligel girtiyan cihê xwe bigire û di vê qonaxa dîrokî û hassas de rola xwe bilîze. Her deng, her dijberî, gavekê nêzîkbûna azadiyê ye.”
ANF/BRUKSEL