Konseya Rêveber a KNK'ê, ji ber salvegera 100. a Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyeke nivîskî weşand  û got, "Ne sedan, ne hezaran, biçûk mezin, jin, mêr, ciwan û pîr bi temamî milyonek û nîv mirov, bi biryara hukûmeta Ittihat Terakî hatin kuştin, ji cih û warên xwe hatin derbeder kirin, hatin qir kirin. Ji bilî Ermeniyan, Asûrî-Suryanî-Kildanî (Nestûrî) û Kurdên Êzidî jî bi ber vê kuşt û kuştdariyê ketin ku Asûrî-Suryanî-Kildanî jî wekî 'Seyfo' bi nav dikin."

Di daxuyaniyê de KNK'ê ragihand ku Kurd duhî jî digel xelkên Ermenî û Suryanî-Kildanî hevderd bûn, hevqeder bûn û îro jî herwisa ye û wiha hate gotin: "Kurd û Kurdistanî îro di prosesa avakirina Kurdistanê da van serpêhatiyan ji bîr nakin, digel mîratxwerên van xelkan welat û civateke demokratîk ava dikin. KNK bangî dewleta Tirkiyeyê dike ku rûbirûyî dîroka xwe ya xwînawî bibe, kiryarên xwe yên nemirovî bibîne, qebûl bike, lêborînê ji Ermeniyan û hemû xelkên jenosîd lêkirî bixwaze, daxwaza nifşên nû yên van xelkan herfiyen bi cih bîne."


Ji KONGRA GEL banga piştgiriyê

KONGRA GEL da xuyakirin ku ew êşa Qirkirina Ermeniyan parve dikin û banga piştgirîdayîna gelê Ermenî li her kesî kir. KONGRA GEL destnîşan kir ku divê êdî dewleta Tirk qirkirinê înkar neke û got, "Dewleta Tirk piştî sed salan jî qirkirinê înkar dike. Ev yek nîşan dide ku qirkirin hînê dewam dike." KONGRA-GEL got ku pêwîst e Tirkiye ji bo demokratîkbûn û aştiya xwe ya hundir dest ji înkara sedsalî berde û wiha dewam kir: "Ji bo gelên Ermenî, Asûrî/Suryanî/Keldanî ji travmayên giran derkevin ev gaveke mecbûrî ye. Tirkiye tenê bi rûbirûhatina dîroka xwe re dikare bigihêje hizûr û aştiya civakî.”

Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê bi wesîleya 100. salvegera Qirkirina Seyfo 1915, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de dewleta Tirk a ji qirkirinê berpirsyar e, hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tevî ku em ne Tirk û ne Misilman bûn jî di dibistanan de ji me re dihat gotin ku şerê qewimî 'berxwedana mazlûman a li dijî dagirkeriya emperyalîstan bû'. Ji Ermeniyan re 'Bê esil', ji Rûman re digotin, 'Yên ji pişt ve xencer li me dane' û ji Asûrî-Suryaniyan re jî digotin 'xayin'. 


 NAVENDA NÛÇEYA