Şandeya KNK’ê bi armanca guftugokirina yekitiya netewî û lidarxistina kongreya neteweyî serdana Hizba Zehmetkêşan, Komeleya Îslamî û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir. Partiyan hemûyan piştevaniya xwe ji bo hewldanên KNK’ê yên ji bo yekitiya netewî û lidarxistina kongreya neteweyî anîn ziman.

Di hevdîtinan û piştî hevdîtinan de KNKê kêfxweşiya xwe ji bo pêşwazîkirina ji dil anî ziman û diyar kir ku di warê yekîtiya neteweyî de bi giştî hemfikrî heye.

Partiyên şandeya KNKê qebûl kirin jî diyar kirin ku ew piştgiriya her hewldaneke ji bo yekîtiya neteweyî dikin. Dîsa diyar kirin ku niha ji bo Kurdan derfetek baş çêbûye û divê Kurd bi yekrêziyê bikarin derfetê heyî ji dest nedin. 

 

 ROJNEWS/HEWLÊR