Serokatiya Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di peyama xwe ya Newrozê de diyar kir ku, efsaneya Kawayê Hesinkar, di destpêka sedsala 21’ê de, careke din hate dubare kirin û gelê Kurd da xuya kirin ku koletî hatiye tunekirin. KNK’ê di peyama xwe de wiha got: “ Newroza 2013’an, xwedî wateyek dîrokî ye û vekirina dergehê  azadiya demokratîk e. Gelê Kurd di her Newrozê de helwesta xwe ya şoreşgerî daniye hole û daxwaza xwe ya azadiyê û jiyana bi rûmet aniye ziman. Bi vê mebestê, Newroza 2013’an xwedî wateye dîrokî ye. Pêwiste gelê me ji 7’an heta bi 70 salî di 21’ê Adarê de,  li Amedê di Newroza dîrokî de cihê xwe bigire û bi giyanê şoreşgerî  ligel çareserî û azadiya demokratîk nîşan bide.”


Bi Mazlûman berdewam kir

KNK’ê destnîşan kir ku, baş tê zanîn efsaneya Kawayê Hesinkar, di sala 1982’an de ji aliyê  Mazlûm Dogan ve hate dubare kirin û wiha pêde çû: “ Îsal jî, gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê, bi agirê gur û geş ya cejna Newrozê, bi beşdariya sedsahezaran efsaneya Kawayê Hesinkar duyemîn car dubare dike. Bi vê mebestê em wek KNK’ê,  cejna Newrozê, li gelê Kurd, gelên li Kurdistanê  teva pîroz dikin.
Ligel gelê Kurd, tevahiya gelên li Rojhilata Navîn di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin. Pêwiste gelê Kurd, di vê Newrozê de bide xuya kirin ku ew parçeyek ji agirê Kawayê Hesinker e. Divê bide xuya kirin ku ew, li nirx û pîroziyên ku bi xwîna zarokên gelê Kurd  hatine bidestxistin xwedî derdikeve. Di heman demê de,  dive bide  xuyakirin ku, agirê Newroza azadiyê,  wê tevahiya gelên li herêmê jî  germ bike.”

'Beyî çareseriyê aştî û aramî nayê'

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, di vê qonaxa dîrokî de,  di wate û taybetmendiya Newroza dîrokî de, pêwiste partiyên siyasî  yên gelê Kurd, sazî û dezgehên civaka Kurd, bi dilsoziya yekîtiya neteweyî nêzîkî pêvajoyê bibin û bi hişmendî û têgihiştina ku sedsala bîstan sedsala Kurdan tevbigerin û wiha got: “ Ji ber ku bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd, aştî û aramî nayê Rojhilata Navîn. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya 40 salî,  bi sîstema ku derxiste holê û  li Rojhilata Kurdistanê jî kiriye pratîkê, da xuya kirin ku ew peşeng û lehengê sereke yê  demokrasî, jiyana bi rûmet û hevreyî ya gelên li herêmê ye.  Têkoşîna gelê Kurd, li serê çiyan, li tevahiya Kurdistan û Ewropa, li zindanên Tirkiyeyê,  dewleta Tirkiyeyê û desthilatdariya AKP’ê mecbur kir ku li Îmralî li gel Birêz Abdullah Ocalan hevdîtinan bike. Her çiqasî pirsgirêka Kurd taybet be, di  rêbazên çareseriyê de xwedî xisleteke cûda be jî, têkoşîna gelê Kurd  û Tevgera Azadiya Kurd, konjoktura cîhanê û herêmê ya îro, firseteke dîrokî derxistiye holê.”

'Divê peyam bigihije cîhanê'

KNK’ê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em weke KNK’ê bang li dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê dikin ku vê firseta dîrokî ji destên xwe bernedin û bi dilsozî nêzîkî hevdîtinên bi Birêz Ocalan re bibe. Pêwiste peyama gelê Kurd, ku bi hefteyan e,  di pîrozbahiyên cejna Newroza dîrokî de didin, rast bixwînin û fam bikin. Tevgera Azadiya Kurd û Serokatiya tevgrea Azadiya Kurd ji salên 1993’an û vir ve  ji bo çareseriya demokratîk û aştiyeke mayînde,  gavên dilsozî avêtine. Herî dawî jî, bi serbest berdana 8 dîlgirtiyan de heman dilsozî nîşan da. Pêwiste  dewleta Tirkiyeyê û  desthilatdariya AKP’ê jî, gavên dilsozî biavêje û gumanên gelê Kurd ji holê rakin.
Em weke KNKê, careke din Newroza Dîrokî ya gelê Kurd pîroz dikin û bang li gelê Kurd  dikin ku, di vê pêvajoya hesas û  dîrokî de,  bi dilsoziya şoreşgerî, hişmendiya baweriya bi azadî û serketinê, li  nirx û pîroziyên xwe  xwedî derbikeve û di  21’ê Adarê de, li Amedê di cejna Newroza dîrokî de cihê xwe bigire. Di nava yekitiyek neteweyî de li hemberî dost û dijminan  dengê xwe bilind bike û peyama xwe  ya ligel pêvajoya azadiya demokratîk bigihîne raya giştî ya cîhanê.” 

ANF/BRUKSEL




‘Gel piştgiriya xwe nîşan da’

Fermandariya Biryargeha YJA STAR’ê peyamek weşand û Newroz pîroz kir. Fermandariya Biryageha YJA STAR’ê di peyama xwe de wiha got: “Pîrozbahiyên Newrozê ku bi milyonan Kurd tevlî bûn û xwedî li Newroza 2013’an derketin, careke din nîşandaye ku têkoşîna me pir bi rêxistine, yekitiya demokratîk esas girtiye. Gel bi tevlîbûna xwe ya Newrozê piştgiriya ji bo pêvajoya çareseriyê ya Rêber Apo daye dest pêkirin, nîşan daye.  hesreta xwe ya ji bo azadiyê bidirûşmeyan bilind kirine. Ew cejna azadiyê Newrozê di serî de li Rêber Apo û gelê Kurd yê bi ruhê serhildanê daketine qadan pîroz dikin û  şehîdên têkoşîna azadiyê careke din bi rêz bibîrînin.  YJA STAR’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir  ku têkoşîna azadiyê ya ku her tim ruhê berxwedana Newrozê bilind kirine, gihiştine asteke gelek girîng e."
Her wiha hate diyar kirin ku, di vê qonaxê de bi azadiya gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê biçin serkeftinê û her wiha hate gotin ku niha di qonaxa avakirina jiyanek û civakek azad ne. daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Berxwedan û kevneşopiya Newrozê ya ku ji bo têkoşîna me bû ronahî dê bidome. Gelê me bi ruhê serhildanê xwedî li Newroza 2013’an derketine û bi milyonan keskî Newroz pîroz kiriye. Gelê me bi tevlibûna piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya çareseriyê ya ku Rêber Apo daye destpêkirin nîşan daye. Cejna me ya Newrozê ya ku dê starta pêvajoyeke nû bide, dê peywirên girîng bide ser milê me. bê guman bi bilindkirina têkoşîna dê ev şens bê bidestxistin.  Gelê me jî ji bo vê amadebûna xwe nîşan daye.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Em dê her tim li berxwedana Newrozê ya Mazlûman, Zekiye, Ronahî û Bêrîvanan derkevin. Em dê helwesta wan ya bi biryar esas bigirin û têkoşîna xwe bilind bikin.  em li pişt îradeya çareseriya ku serokatiya me daye holê ne.  Em bi îrade û biryareke mezin dê li vê derkevin. Em bi vê wesîleyê careke din Newroza 2013’an gelê xwe pîroz dikin.” 

BEHDÎNAN