
Konseya Rêveber a KNK'ê kêfxweşiya xwe ya ji ber serketina diyaloga netewî anî ziman ku di encamê de pêşî li Kongreya Netewî ya Kurd vebûye. KNK'ê da xuyakirin ku sazkirina diyaloga netewî bi rêya Kongreya Netewî ya Kurd, biryareke dîrokî ye û destnîşan kir ku weke KNK ewê hemû berpirsiyariyên xwe yên ji bo avakirina Kongreya Netewî ya Kurd bicih bîne.
Di dawiya daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK'ê de weha hat gotin: "Em wek KNK xwe li hember pêşxistina Kongra Netewî ya Kurd li Kurdîstanê erkdar û berpirsîyar dibînin û ji bo vê yekê jî emê xîzmetên xwe di çerçovaya pîvan û plansazîyên xwe de pêk bînin. Ji bo avakirina ev derfetên dîrokî em dûbare spasiya xwe Serokê Herêma Kurdîstan birêz Mesût Barzanî, Serokkomarê Iraqê birêz Celal Talabanî û Serokê Gîştî yê KCK’e birêz Abdullah Ocalan re pêşkêş dikin. Her wiha em hemû hezên sîyasî û civakî yên Kurd silav dikin ku bi dilsozî û berpirsiyartî beşdarî amadekirina Kongra Netewî ya Kurd dibin."
BRUKSEL