KNK'ê bal kişand ser dema pêkhatina êrîşê ku heman piştî hilbijartinên Parlamentê rû da û got, " Ji demê êrişê xuya dibe ku ev teqandin bi plan hatiye kirin. Xwekuj kî bin, ji kîjan netewe an welatî bin, bi kîjan bîr û îdeolojiyê bi vî karê dijmirovî rabûyîbin ferq nake, karê ku hatiye kirin karekî terorîstî ye. Ev êrîş ne karê çendek terorîstan e û tenê bi armanca ”çûyîna bihuştê” nehatiye kirin!. Li paş vê êrîşê mexsedek heye, îstîxbarat hene, dewlet û hikûmet hene."
Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin ku Kurdistana Federal bi avabûn û pêşketina xwe re ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya Kurdistanê bûye deskevtiyeke bihadar, lewma dewletên dagirker toka agirî vêxistine û tehemmulî vê pêkhatina nakin. Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku niyeta êrîşkaran ew e ku di navbeyna Rojavaya Kurdistanê û Kurdistana Federal da fitneyê derêxin û got, "Hedefa wan ew e ku aştî û aramiya navxweyî ya Kurdistanê jahrî bidin û di navbeyna Kurd û Kurdistaniyan da ajaweyê pêkbînin. Ew dixwazin bi van êrîşan pêşkevtina Kurdistana Federal sabote bikin, têkiliyên navxweyî yên Kurdistanîyan dînemît bikin. Beramberî vê divê hemû Kurd û Kurdistanî di nav alaremeke bilind da bin û tedbîrên ewlekariya Kurdistanê temîn bikin. Bi taybetî li Kurdistana Federal divê zûtirîn dem ji hewaya hilbijartinan derkevin û rojek zûtir hukûmeteke koalisyonel ava bikin û rêvebiriya demokratîk ya Kurdistane nîşanî yar û neyaran bidin."
KNK'ê desnîşan kir ku li dijî êrîşên terorîstî zirhê herî saxlem tifaqa neteweyî û navxweyî ye.
KNK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev peyam da: "Em wekî KNK vê êrîşê bi xurtî şermizar dikin, protseto dikin û bangî Kurd û Kurdistaniyan dikin ku nerazîbûna xwe diyar bikin, piştevaniya xwe ya digel Kurdistana Federal teyîd bikin. Em wekî KNK sersaxîyê didine xelkê xwe yê Kurdistana Federal, parlementê, serokatiya herêmê, hukûmetê û binemal û kes û karên şehîdên Hewlêrê û ji bo birîndaran jî saxî, xêr û xweşiyê dixwazin. Bila serê xelkê me, yê binemal û kes û karên şehîdan sax be."
BRUKSEL
Ji BDP’ê peyama sersaxiyê
Navenda Giştî ya BDP’ê êrîşa ku di 29’ê Îlonê de li Hewlêrê pêk hat, şermezar kir.
BDP’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got; “ Em êrîşa ku duh li Hewlêr a paytexta Hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê rû da, şermezar dikin.” Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Em hêvî dikin ku di demeke herî nêz de, yên ku ev êrîşe pêk anîn werin aşkerakirin û radestî edaleta Kurdistanê bên kirin. Bila rehma Xwedê li 6 welatiyên Kurdistanê yên jiyana xwe ji dest dane be û serê malbatan sax be. Ji birîndaran re jî em şîfayê dixwazin.”
ENQERE