Hevserokên KNK'ê Koç û Rashed daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin, "Endamên KNK´ê û endamên Komela Îslamî yê Hewlêrê Serhad Osman û Sadî Mistefa, ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hatin girtin û heta vê kêliyê ti agahî ji wan nehatiye girtin."

Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hat kirin ku ev siyaseta girtinê û çavtirsandinê ya rejîma kevbin a Iraqê bû, û diviyabû yê herî zêde ders ji vê rewşê bigirta, desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bûya.


Ya girîng û esasî qanûn in

Hevserokên KNK'ê xwestin ku desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bi ti awayî ji zemîna demokratîk-hiqûqî dûr nekeve, ji bo her pirsgirekê sazî û dezgehên pêwendîdar bixe nava tevgerê û weha dewam kir: "Ya girîng û esasî qanûn in. Sûcê ku mirov dikin çi dibe bila bibe, di vê hêlê de muxateb ne aliyên siyasî ne, saziyên hiqûqî û qanûnî ne."

Di dewama daxuyaniyê de  Hevserokan got, "Li hemberî tewanbariyan, divê desthilatdarî, mafê parastinê bide kesan û xizmên wan jî di nav de, têkiliya wan kesan bi cîhana derve re, li gorî qanûnan bê dayîn."


KNK nêzîkatiya bi qesta siyasî şermezar kir

KNK´ê bi bêr xist ku Komela Îslamî, di demên dawî de, ji bo çareseriya krîza li Başûrê Kurdistanê, di siyaseta yekîtiya neteweyî de bi awayekî aktîf  xebitiye û weha dawî li daxuyaniya xwe anî "KNK vê nêzîkatiya bi qesta siyasî ya li hemberî Komela Îslamî  şermezar dike. Ji bo girtinên pêkhatin jî, banga aqlê selîm dike û rastkirina şaşîtiya hatiye kirin jî daxwaz dike." 


 HEWLÊR