
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), 15. Kombûna xwe ya Civata Giştî, bi beşdariya 44 partî, rêxistin, partiyên çavdêr û 176 delegeyan, li salona Ardocks Prenses a li paytexta Belçîka Brukselê pêk anî. Di kombûna sê rojan de gelek partiyan peyam şandin. Di nîqaşên li kombûnê de hat destnîşankirin ku astengiya herî mezin a li pêşiya pirsgirêka Kurd, rewşa bêrêxistinî û belavbûyîna ji hev e. Bi taybetî hat ragihandin, ku sedema bingehîn a êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Şengal, Rojava û Başûrê Kurdistanê, nebûna yekîtiya Kurdan e. Hat bibîrxistin, ku li hemberî vê yekê, ruhê yekîtiyê yê ku li çar parçeyên Kurdistanê li dijî DAIŞ'ê di nava Kurdan de derket holê, pêşketineke girîng e û hat destnîşankirin ku divê ev yek xizmetê bike ji yekîtiya neteweyî re. Di nîqaşên li Civata Giştî de hat ragihandin, ku pêwîst e KNK di dema pêş de bêhtir girîngiyê bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan bide û biryar hat dayîn, ku KNK vegere Kurdistanê.
Li dû nîqaşan, di encama hilbijartinê de Hevserokên KNK'ê, endamên Konseya Rêveber û Desteya Dîwanê hatin hilbijartin.
'Şengal xeta sor a Kurdan e'
Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç, ji bo rexne û nirxandinên der heqê raporan de got, "Hem Konseya Rêveber a KNK'ê, hem jî hemû komîsyonan xebatên xwe meşandine; KNK ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan di nava hewldanan de ye. Lewma, yekîtiya Kurd hesasiyeta me ya bingehîn e. Hewldanên me jî ji bo vê ne. … Li Başûr pêwîstî bi guhertineke cidî heye. Ji bo vê jî girîng e demokrasiyeke radîkal bikeve meriyetê. Ev yek ne tenê ji aliyê sîstemê ve, ji aliyê hemû warên jiyanê ve bi vî rengî ye. Bi taybetî rewşa ku jin tê de ne, pirsgirêkek cidî ye. Pêwîst e ev bê çareserkirin. … Şengal navenda Kurdan e. Çawa ku me hewl dan qirkirinên weke mînakên qirkirina Dêrsimê, komkujiya Helepçeyê li qada navneteweyî bidin bihîstin, divê em îro ji bo komkujiya Şengalê jî heman tiştî bikin. Şengal xeta sor a welatparêziya Kurd e. Divê berpirsyar hesabê vê bidin. Girîng e em di vî warî de israr bikin."
'Em ji bo azadiya Ocalan bixebitin'
Nîlufer Koç bal kişand ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "KNK ev 16 sal in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixebite. Girîng e ji niha û pê ve jî em vê yekê bikin. Ji ber ku Ocalan destekeke mezin daye KNK'ê. Ji bo pêkhatina yekîtiya Kurdan kedeke mezin daye. Hem endamên PKK'ê hem jî endamên partiyên li derveyî PKK'ê pêwîst e bi vê rola Ocalan bibînin."
Hevseroka KNK'ê Koç diyar kir ku ew dixwazin 16. kombûna xwe ya Civata Giştî li Kurdistanê pêk bînin û wiha dewam kir: "Ji ber ku 4 parçeyên Kurdistanê jî ji bo vê yekê guncaw in. Zemîna vê îro diafire. Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê sîstemek ava bû. Li Bakurê Kurdistanê jî pêvajoya serhildanê heye. Rojhilat jî bi heman rengî ye. Lewma 15. kombûna me ya Civata Giştî kombûna vegera li Kurdistanê ye."
Rêveberiya nû ya KNK'ê
Di 15. kombûna Civata Giştî ya KNK'ê de ji bo Hevserokatiyê Nîlufer Koç û Rêbûwar Reşîd hatin hilbijartin. Endamên Desteya Rêveber a KNK'ê yên hatin hilbijartin jî bi vî rengî ne: Adem Ûzûn, Zubeyîr Aydar, Behrad F., Dilşad Osman, Kameran Merwanî, Tahîr Kemalîzade, Songul Karabûlût, Yilmaz Gunay, Refîq Qafor, Medenî Ferho, Pervîn Saîd, Jiyan Mohammed, Jalal Nexşîbendî, Abdulkerîm Omer, Salah Kadîr, Dr. Herîs Omer Reşîd, Rodî Melek, Zeynep Mûrad û Çîçek Yildiz. Ji bo serdema nû 'Desteya Dîwanê ya Navberê' ya ji 25 kesan jî hat hilbijartin.
Hin biryarên Civata Giştî ya KNK´ê
Hin biryarên di 15. Kombûna Civata Giştî ya KNK'ê de hatine yên girîng jî ev in:
Vegera KNK'ê li Kurdistanê.
Lidarxistina meşeke neteweyî ya hevpar li dijî AKP'ê.
Meşandina xebatên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Pêşkêşkirina projeyê ji bo demokratîkbûyîna siyaseta li Başûrê Kurdistanê.
Xurtkirina yekîtiya Êzidiyan.
Nirxanidna mafên wekhev ên hemû gelan weke helwesteke neteweyî za sereke.
- Li her çar parçeyên Kurdistanê pêşvebirina azadiya jinê.
- Xwedîderketina li xweseriya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê.
BRUKSEL