
Komîsyonê di daxuyaniyê de diyar kir ku li gelek deverên cihanê yên cûda weke berhema sistema destelatdar ya bavsalarî şer diqewmin û wiha got: "Yek ji navenda van şeran jî Rojhilata Navîn e. Di van şeran de di serîde jin û zarok dibin qurbanên herî mezin a şidetê. Hem di warên bedenî, abarî, siyasî hem jî di warê civakî u derûnî rojane bi şidetê re rû bi rû dimînîn."
Komîsyonê da zanîn ku gelê Kurd weke netew jî ji ber hatiye parçekirin dibe qurbanên şideta dewletan bi giştî jin û bi taybeytî jinên Kurd para herî mezin ji vê şidetê digrin. Komîsyonê bibîrxist ku di sala 1960 li Komara Domînîk bi tecawizkirin û kuştina trajîk ya sê xuşkan hejîya be, îro li rojhelata navîn rojane bûyerên weke li Komara domînîk diqewimin u ev li ber çavên cîhanê pêk tên û wiha berdewam kir: "Kuştin, tecawiz, qanunên cîhekar, darvekirin, tecîrt û zextên li zindan u li kolanan para gelê Kurde û bi taybet tecîrta şidandî ya ser Rêberê KCK ê Abdullah Ocalan ji alî hikumeta AKP u dewleta Tirk ve tenê bi bakurê Kurdistanê ve sînordar nemaye. AKP bi politikayên şîdetê û bi lehevkirinên qirêj bi rêxistnên selefî û al -qaîde re şoreşa azadîya gelê Kurd li rojava tehdîd dike. Li alîyekî din bi bûyerên dawî a li kerkuk u navçeyên din a sinurê hermê Kurdistan derket holê ku azadîya nîvco a gelê Kurd tu gerantiya wê nîne u di bin tehdîdê de ye. Di heman demê da asta şideta nava civakê li Başurê welat roj bi roj zêde dibe."
'Rejîm tundiyê bikar tîne'
Komîsyonê di dirêjahiya daxuyaniyê de anî ziman ku rewş li Iranê cudatir nîne û rejîm hîn jî li hember gelê Kurd û jinên berxwedêr şidetê di hemû aliyande bikartînê û qurbaniyên mezin jin û ciwanin. Komîsyonê daxuyand ku li hember vê şideta piralî berxwedanêke bêhempa li hemû qadan da hatîye bilind kirin û wiha lê zêde kir: "Di qadên serbazî, siyasî, civakî û sazîbûnê li meydanan bigire heya zindanan kirina qada têkoşîn u berxwedanê. Mînaka herî dawî gireva birçîbûnê ku bi pêşengîya 9 jinan li zîndana amedê destpêkir u bi berxwedanêke bi heybet hat bi encam kirin e. Dîsa têkoşîna jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê hemû demsal kirin bihar u bi biryardarî berve azadîyê ve dimeşin. Edî ji her demê zêdetir bi zelalî rastiya ku derketiye holê ewê ku jin bi rêxistinbûyîna xwe dikarin azadiyê bidestbixin. Ji bo vê jî em bangewazî li hemû jinan dikin da ku bi xwe rêxistinkirinê, bihêzkirinê û bilinkirina têkoşînê xwedî li nirxên neteweyî, demokrasî, civaka bi ahlak û polîtîk derkevin û bi xebatên neteweyî re têkoşîna cinsî bilind bikin û weke hêza sereke a xeta têkoşîna demokrasiya gelan de şoreşa civakî biserbixen. Ji bo serxistna erka demê li meydanan dengê xwe bilind bikin û azadîya Berêz Ocalan û ji bo gelê Kurd statûya siyasî ji hemû demê zêdetir biqîrîn."
ANF/BRUKSEL