Panzdehemîn Civata giştî ya KNKê 3 rojan li Brukselê hat lidarxistin. Çil û çar partiyên siyasî, şeş partiyên çavdêr û bi dehan mêvan beşdar bûn û têr û tije li ser pirsgirêkên heyî li Kurdistan, siyaseta dagirkeran, konsêptên şer, û derfet û xeteran gufftûgo hatin kirin. Di civata giştî de hem rexne, hem jî pêşniyaz ji bo çareserî, pêkanîna yekdengiya neteweyî û bipêşxistina demokrasiyê hat kirin, girîngiya yektîtiya demokratîk bi gelên din re di çarçoveya demokratîkkirina Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê de û li ser pirgirêkên hawîrdor, civakî û aborî nîqaşên berfireh hatin kirin. 

Di peyamên pêşkeşkirî de tevî  îdolojî û siyasetên cuda, lê di axaftinê de hemûyan bi rengekî hevpar got, pêdiviya gelê Kurd bi yekîtiyê heye lê kêmtir nîqaş li ser pirensîpa demokrasî di yektîtiuya neteweyî de hatin kirin, jixwe cudahiya rêxistin û partiyên siyasî di vê xalê de ye. 

Jixwe yek ji pirsên ku li dema pêş divê KNK li ser kar bike demokratîkkirina siyaseta neteweyî ya Kurdan e û hin xalên ku divê mîna xeta sor timî bi bîra hêzên siyasî yên gelê Kurd bixin. 

Yek ji wan jî têkilî bi hêzên dagîrkerên Kurdistanê ye, ev têkilî divê bikeve ber lêpirsînê ka çi qasî di xizmeta Gel de ne, çi qasî ji bo xizmeta komekê ne? Di siyaseta Kurdî de bi hev re jiyan çiqasî esas tê girtin? Gotara bi kîn û nefret li hemberî ol û mezhebên cûda divê di siyaseta Kurdî de bi taybet jî di ya partiyên olî de werê berterefkirin, çi qasî di gotinê de nedihat bilêvkirin jî di piratîkê de mirov didît ku hin jî tabloyên nehez hene û ji wê bi tehlûketir, siyaseta li ser bingeha berjwendiyan û parçekirinê ye, jixwe ev sedema sereke ya komkujiyê Şengalê bû, aliyekî din siyaseta kutimî ya hêzên din û derveyî xwe sûcdar dikin.

Serokê PJAK´ê Ebdurehman Hacî Ehemdî di gotara xwe de pir zelal anî ziman "divê em di hundirê xwe de li sedemên şikestina xwe bigerin, dema komara Kurdistanê li Mehebadê hat hilweşandin, me Rûsiya sucdar kir, dema şoreşa Îlonê bi serokayetî Mistefa Barzanî şikest di 1975´an da me Emerîka sucdar kir, ji bo wê jî dema Komkujiya Şengalê pêk hat, em zêde nehejiyan, divê em destpêkê bi çaveke rexneger li dîroka xwe binihêrin û rexnedana xwe bidin."

Ev nêrîna Hacî Ehmedî ku 40 salan di siyasetê de pijiyaye, cewherê meseleyê ji bo hemû hêzên siyasî ku hin partiyên siyasî jî hîn jî li derveyî vê pirensîpê kar dikin, hemû şikest û lawaziyên xwe bi derveyî xwe ve girê didin û kêmasiyên xwe nabînin. 

Tişteke din ku balkêş e di Civata Giştî ya 15. a KNKŞê de ew e ku hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê hatibûn vexwendin ji aliyê hevserokayetî û desteya Rêvebir ve, lê berpirsyarêkî PDK´ê bi navê Ehmed Kanî di hevpeyvînêke bi Radiyoya Dengê Emerîkayê re dibêjê, "em nehatine dawetkirin", ev zêhniyet û şêwazê peywendîdanînê di navberê hêzên siyasî de rewşa herî xerab û herî tirajîk e. Ez bi xwe sê rojan beriya Civata Gitşî ya KNK´ê, hem ji yekê ji hevserokan, hem ji endameke desteya rêveber pirsyar kir ka kîjan partiyên siyasî tên, gotin hemû hatine dawetkirin û ji wê zêdetir jî gotin me ji PDK pirsyar kiriye ku di kîjan sireyê de cih bidin wan ji bo pêşkeşkirina peyamê? Lê ne ku ev tenê nehatin, weke etîka diplomasiyê ku diviyabû bersivê bidin bi hatin û nehatinê, ew jî nekirin, bi watayeke din ne hatin û ne jî bersiv dan. Ev tê çi watayê? Ev tê watayê ku tu timî xwe nabînî û yên din sûcdar dikî. Yê divê werê guhartin ev zêhniyet e. 

Hevserokên KNK´ê û desteya rêveber divê bizanin ku erkeke giran li ser milê wan heye, karê herî giran jî ew e ku van nihêrînên cuda çawa bixin xizmeta yektîtiya neteweyî û herî zehmet jî zorkirina li van hêzan e ji bo ku pirensîpên demokrasiyê esas bigirin. Ez venaşêrim, bi nihêrîna min demokratîkkirina hin hêzên siyasî yên Kurd nêzî ne mûmkîn e, dibêjim "nêzî" ji bo ku meseleyê mutleq nekim. Lê barê KNK´yê bi rastî jî giran e. 

Bi baweriya min peyama herî bi wate, peyama endama konseya birêveberiya KCK´ê û serokê Navenda Parastina Gel Murad Karyilan e, dema wî got, "em bi avakirina Kurdistaneke azad û pêkanîna erka paraztina gel kar dikn" û min wer fêm kir ku divê KNK jî erka xwe pêk bîne.