NecîbeQEREDAXÎ

 

KNK´ê 20 sal li pey xwe hiştin. Divê mirov jixwe bipirse ka di wan 20 salan de ka KNK´ê çi kir, û çi dixwaze. Min di 16 civatên KNK’ê de çi endam, çi rojnamevan çi wek nûnera saziyekê cihê xwe girt. Bi qasî dizanim KNK saziyeke neteweyî ye, armanca wê ew e ku bibe platformeke hevpar a partî û saziyên Kurdistanî. Her wiha avakirina stratejiyeke neteweyî ku xetên sor destnîşan bike jî ji karên KNK’ê ye.

Ev xetên sor ku wê tixûbên berjwendiya neteweyî bin, di heman demê de misogerkirina demokrasiyê ji bo gelan e; yê ku van xetan bin pê bikin, wê bê sûcdarkirin û hewildanên ji bo ji nû kişandana xeta neteweyî wê bên kirin. Di nava van 18 salan de hin partiyên siyasî ewqasî xetên sor derbas kirine ku êdî sor jî nemaye, di asta alarmê de ye. Ev yek bi yek di civîna herî dawî de hatin îfadekirin. Kî dikarê bibêjê, xeta sor di van mînakên li jêr de maye:

Hiştina Êzîdiyên Şengalê bi serê xwe beramberî qirrkirinê û enfalkirina 3 hezar jin û zarokên Êzîdî bi destê DAIŞ´ê, xendeqlêdana di navberê parçeyên Kurdistanê de, ambargoya li ser Rojava, hevkarî bi Tirkiyeyê re ji bo dagirkirina Efrînê, bêdengî li hemberê bombebarankirina Başurê Kurdistanê, agahîdayîn û têkeliyên îstixbaratî û serbazî bi dagirkerên Kurdistanê re, Kuştina rojnamevanan, girtina partiyên siyasî û pêşîgirtina li beşdariya wan di hilbijartinê de, bi navê serxwebûn û referadûmê teslîmkirina nîvê axa Kurdistanê, yê pêşwazî li arteşa Tirk dike û sifreyê ji wan re radixe, dibe namzed û endamê parlamena Başûrê Kurdistanê.

Ma ev ne derbaskirina xetên sor e?  Rewşeke şilo heye ku KNK naçar e ku li pey xwe bihêle: ji kê re wê bibêje, te xeta sor derbas kiriye, û bi kê re kar  û xebatê bi rê ve bibe. Piştî 18 salan jî lingêkî hin partiyan di nava gotara neteweyî de ye û lingê din di nava berjewendiyên takekesî û malbatî de ye. Û ev model hîna jî li Kurdistanê xurt û zêde dibe; partiyên siyasî li gorî eşîr û malbatê, ev dibe ku mafên wan be ku çawa şekil didin siyaseta xwe, lê ne serbest in ku exlaqê civakê birizînin û di vî warî de ereke KNK´ê ya exlaqî, wîjdanî û demokratîk heye.

Piştî 18 salan, hîna nû hin partiyên siyasî û hin aliyên ku mirov nizanê nûnertiya kê dikin, radibin dibêjin, “Divê partiyên Kurdistanê mudaxeleyî parçeyên hevdu nekin.” Yên van gotaran dikin, ji xwe napirsin “Gelo rûyê vê daxwaza te li Enqere û Tehranê ye yan jî li Kurdan e.” Teqez li Kurdan e û nihêrîneke wisa bi ya min hem ne ji yekîtiya neteweyî ye, hem jî xeter e, koletiya ji dagirkeran re ye û dubarebûna Lozan û Sykes–Picotê ye. Pirsgirêka demokrasiya hundur ya hemû parçeyên Kurdistanê, KNK´ê jî elaqedar dike. Ji ber ku pirsgirêka Kurd li Başurê Kurdistanê di asta têkiliyên bi Hikûmeta Iraqê re ne tenê pirsgirêkeke neteweyî ye, lê esas pirsgirêkeke demokrasiyê ye. Dînamîkên guhertin û veguherînê bi xwe, li Kurdistan û Rojhilata Navîn hatine guhertin. Ev guhertin divê di rojeva KNK´ê de jî bê nîqaşkirin û li gorî wê şekl û reng bide sazîbûna xwe.

KNK divê ji têgîneke elît û klasîk ya siyasetê derkeve, ne tenê partiyên siyasî û rêxistinên civake sivîl ku nûneriya îradeya Gelê Kurdistanê dikin, lê niha jî û piştî 20 salan civak bi xwe beşdariyeke rasterast û radîkal di siyasetê de heye û wê hebe. Ev beşa civakê niha xwedî roleke girîng e. Mînak, gel li Bakurê Kurdistanê di reşwa herî giran û piştî komkuiyan ji Erdogan re got na. Ev gel, dema partiyên siyasî li Başûrê nabin bersiva daxwazên wî, dikare bi pirranî neçe ser sindoqên dengdanê û îşareta pêdiviya qonaxeke nû bide. Li Rojava çi qasî qonaxeke navber a şoreşê hebe jî, di hemû warên jiyanê de îradeyeke xwebirêvebirinê nîşan daye, li Rojhilat li hemberî îdamê dikare bi grevên kar jiyanê felc bike. Ev potansiyel niha li derveyî KNK´ê maye û tenê bi nûnertiya hin partiyên siyasî jî îradeya hemûyan bê temsîlkirin. Siyaseta rasterast, dikare di vê şekilgirtin û nûnertiya îradeya neteweyî û demoratîk a gelê Kurdistanê de beşdar bibe. Jixwe, niha li derveryî partiyên siyasî li Başûr bi sedan kom û sazî hene ku nihêrînên wan cuda ne. KNK divê teqez dev ji têgîna partiyên biçûk û partiyên mezin berde, her partî, ol, mezheb, ziman, çand, beşên civakê (nexasim jin û ciwan) bi nihêrîn û hebûna xwe girîng in.

Di stratejiya neteweyî de gelên Kurdistanê, aliyên Kurdistanê xwedî nihêrîna neteweyî û ramaneke çawan e, hîna ti lêkolîneke sosyolojîk ji aliyê KNK´ê ve li ser vê mijarê nîne. Ji ber ku gelê me yê Başûrê Kurdistanê di bin bandora partiyên desthiladar de ber bi netewperestiyê tên birin, ev jî xetereke mezin e ji bo bi hev re jiyanê. Ne tenê li hemberî gelên din, lê li hemberî rengên cuda yên civaka Kurd bi xwe de jî wisa ye. Ji bo wê jî beşdariya rewşenbîrên xwedî ramanên şênber girîng e.

Li ser mijarên, ka neteweyên Kurdistanê jiyaneke çawa bipejirînin, li ser erdê çi heye û divê çawa be, carinan ev anîne ziman bi rêya şêwran û komcivinan; ev bi serê xwe jî xebateke girîng bû lê piştî wê, çi dê bê kirin, ne diyar e. Dibe ku ji hêza KNK´yê zêdetir ji KNK´ê tê xwestin, lê hêviya civakê heye û divê ji bo vê hêviyê bibe bersiv.

Hin aliyên siyasî yên Başûr ji mêj nihêrînek li ser KNK´ê avak irine û bi darê zorê dixwazin bi KNK´ê bidin qebûlkirin ku KNK di bin hegemoniya PKK´ê de ye. Ev rexne heger di pey wê re pêşniyazên çareseriyê hebane, mirov dikarî maneyê bidiyê. Lê tenê bi alî negatîf ve kişandine û belav kirine. Weke ku PKK ji gerstêrkên din hatibe. Tevger û partiyên ku felsefeya PKK´ê bandor li wan kiriye, rastiyeke vê civakê ye. Tenê li Başûrê Kurdistanê 800 şehîdên  PKK´ê hene û nêzî 35 salan e ku bandora xwe li ser hevsengiya hêzê ya herêmê heye. Ew tevger ne tenê li Rojhilata Navîn, lê li dinyayê piştî Şoreşa Rojava weke felsefeleyeke cidî û alternatîf tê dîtin. Ev rastî ew hêz e ku peymana Lozan û Sykes–Picot jî hilweşandiye.

Herî dawî hewldanên KNK´ê ji bo Konferansa neteweyî hebûn, ez cesareta Hatîp Dîcle pîroz dikim û rastiyên ku derheqa astengiyên di civîna dawî de girîng bûn. Vê têra xwe rastî rave dikirin, lê bi vê cesaretê, divê KNK hin gavan biavêjê, ne tenê di warê endamên ciwan de, lê divê mêjiyê xwe ciwan bike û rewşê rast bixwîne û li gorî wê xwe nû bike. Ez bi xwe hêviyên ku divê partiyên siyasî werin cem hev û stratejiya neteweyî û konferansa neteweyî girê bidin û hemû jî tevlî bibin, weke hêviyeke xeyalperest dibînim. Yên nayên konferansa neteweyî, stratejiya neteweyî û demokratîk divê zelaltir werin bilêvkirin. Dem ne dema teredûd û hevsengiyên bi paşvekişandinê ye, lê dema bi cesaret gav avêtinê ye.