Konseya Rêveber KNK’ê di nameya ji Barzanî re şand de diyar kir ku wana bi xemgîniyeke mezin mirina hevsera Serokê Nemir Mele Mustefa Barzanî, Xatûn Himayîlê bihîst û sersaxî ji Barzanî û binemala Barzanî re xwest.
KNK’ê di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got; „Pêwiste were zanîn ku Dayika Hemayil Xanim, yek ji dayikên Kurd ku ked û pêşengiya wê di raperina gelê Kurd ya azadî û jiyaneke bi rûmet de heye. Dayika Hemail Xanim, ji bo jinên Kurd teva mînakek bû û windahhiya wê xemgîniyek mezin e. Bi vê mebestê em xemginiya xwe tînine ziman û êşa cenabê we û malbata Barzanî parve dikin û sebrê dixwazin“.
BRÛKSEL